Biden, bi Netenyahû û Mehmûd Abbas re axifî

.

Serokê Amerîkayê bi rêya telefonê bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû û bi serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas re axfî. Biden di serî de bi Netenyahû re axifî. Netenyahû ragihandiye ku Îsraîl xwe ji zerardayîna sîvîlan dûr dixin û berya li avahiyan bixin, wext didin wan da avahiyan vala bikin.

Li gor ragihandina konsulxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê, balyozê mezin yê Amerîkayê Hady Amr roja îna borî çûye balafirgeha Ben Gurionê ya Îsraîlê. Biden bo bi her dû terefan re hevdîtinan bike balyozê xwe şandiye.

Bo dijberiya navbera her dû terefan kêm bibe xebat dewam dikin. Şeva înê jî şer dewam kiriye û di êrîşên Îsraîlê bo ser Şerîda Xezzayê de deh kes mirine.

Hamasê roketan avêtiye bajarên Aşkelon û Aşdodê yên li qerexê deryayê û li hedefên xwe ketine. Lê di babeta mirî û birîndaran de ti agahî nehat dayîn.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike