Biden bazirganiya bi Rûsyayê re rawestand

.

 Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî daxuyaniyak da û diyar kir, wê ji ber êrîşên li ser Ukraynayê sizayên nû li ser Rûsyayê werin sepandin û me têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi Rûsyayê re rawestand.

Biden destnîşan kir, piştgiriya wan ya ji bo gelê Ukraynayê her tim dewam kiriye û beriya daxuyaniya xwe, bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re bi telefonê axivî û got: “Bi hevalbendên me yên NATO û G7 Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Yekîtiya Ewropî re, em gavên xwe yên nû radigihînin ku Putin bêtir tengav bikin û hesabê êrîşên wî yên li ser Ukraynayê bipirsin.”

Biden  eşkere kir, wan statuya "welatê herî bi îmtiyaz" ku bazirganiya di navbera welatan de hêsan dike, baca gumrukê dadixe û hawirdekirinê dide, ji Rûsyayê vekişandiye û têkiliyên bazirganî yên normal bi Rûsyayê re rawestandine.

Biden da zanîn, bazirganiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî wekî “Têkiliyên Bazirganî yên Asayî yên Daîmî (PNTR) tê gotin, bi rakirina PNTR, em ê bazirganiya Rûsyayê bi Amerîkayê re dijwartir bikin.”

Di berdewamiyê de Biden diyar kir, Kongre di gelek mijaran de ji hev cuda bû, lê ji bo piştgiriya Ukraynayê yekgirtî ye. Biden destnîşan kir ku ew li bendê ne ku pêşnûmeya ji bo rakirina PNTR were amadekirin îmze bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kir, wan bazirganiya bi Rûsyayê re rawestandiye û em ê hinardekirina berhemên sereke yên di nav wan de xwarinên deryayî, alkol û almasan ji vî welatî qedexe bikin.

Herî dawî Biden eşkere kir, ew di tengavkirina Putin de berdewam in û welatên G7 dixebitin rê li ber wê yekê bigrin da ku Rûsya ji saziyên wekî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û Banka Cîhanê deyn negire.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir