Bi şahîyek girseyî 77 salîya damezrandina PDKê hat pîrozkirin

.

Roja 19.08.2023 Partì Demokratì Kurdistan Liqa 6 ya Ewropayê li Bergisch Gladbachê ya Almanya bi şahîyek girseyî salvegera damezrandina partîya xwe piroz kir.

Ji her çar perçeyên Kurdistanê nûnerên partî, dezgeh û kesayetên li Almanya, Holanda û welatên din yên li Ewropayê dimînin beşdarî vê pîrozbahîyê  bibûn.

Pîrozbahî bi axaftina Serokê Liqa 6 ya Ewropa yê Anwer Masifi despêkir. Gelek hûnermend beşdarî vê şahîyê bûn. Bi mûzik, bi govend beşdarên şahîyê 77 salîya damezrandina PDKê pîroz kirin. Ji bo vê rojê gelek peyamên pîrozbahîyê hatibûn. Li ser navê Komîta Hevbeş ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê  (TDK-TEVGER) ji Holandayê Baran Boskan û ji Almanyayê Siraç  Kirici wek heyetek hevbeş beşdarî vê pîrozbahîyê bûn û vê mesajê pêşkeşê amadekarê ahengê kirin

 

“Ji bo Partîya Demokrata Kurdistanê PDKê liqê 6an!

 

Em, komîteya hevbeş ya yekîtîya PAK û TEVGERê, salvegera 77salîya PDKê li neteweya Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin.

Em di pêvajoya bidestxistin û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê de rola sereke ya PDKê gelekî girîng dibînin.

Em destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bi gelemperî ji bo tevgera neteweyî ya herçar beşên Kurdistanê, wek destkeftîyên dîrokî dibînin û wan destkeftîyan wek destkeftîyên xwe şîrove dikin.

Birêzan!

Yekgirtina pêşmerge, îstîxbarat, asayiş, aborîya Kurdistanê û helwesta sîyasetek hevrêzî û hevgirtî pêdivîyek sereke û temînata domandina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê ye.

Em PAK û TDK-TEVGER, yekgirtina hêzên Kurdistanî û parastina encamên referandûma serxwebûnê, ji bo geşkirina destkeftîyan û ji bo Kurdistaneke serbixwe wek destkeftîyên mayende pênase dikin.

Serkeftin her para tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê be! Bijî miletê Kurd û bijî Kurdistana serbixwe!

 

16/Tebax/2023

Bi rêz û silavên me

KOMÎTEYA HEVBEŞ

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)”

Rûpela Nû /Almanya

 

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn