Bi pêkêşîya Komeleya HEVALTÎ li herêma Leer a Elmanya pîrozbahîya Newrozê 

.

Li herêma Leer ya Elmanya,bi pêşkêşiya komela HEVALTÎ û bi piştgirîya malbatên Kurd yên welatparêz Cejna Newrozê hat pîrozkirin. 


Rêvebirê komela HEVALTÎ û endamê meclîsa PSK M.Ali Etdoger di vekirina pîrozbahîyê da,Sipasa beşdara kir û newroza wan pîroz kir. Di berdewamîya axaftina xweda bal kişand ser yekîtî û tifaqa Kurd Kurdistaniyan. 
     

Piştra mafê axaftinê da Nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk. Boyîk jî zêdetir Li ser giringî û dîroka Newroz axifî û Newroza Tevahîyê Kurdistaniyan pîroz kir. 


Piştre Cîgirê Serokê gîştî yê PAK’ê Kasım Ergun axaftinek kir, Newroza beşdaran û hemî Kurdistaniyan pîroz kir. 


Ergün di axatina Xwedê balê kişan ser ser erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê. Siyaseta dagirkeriyê protesto kir û bangî alîkarêyê ji bo qurbanîyên erdhejê kir.

Ergün  di berdewamîya axaftina de li ser rojeva her çar perçê Kurdistanê axifî. Bi taybetî giringîya tifaq,yekîtî û hevkarî ziman. Sipasîya beşdara û komeleya HEVALTÎ kir. Malbatên beşdar bubun bi hevra xwarin xwarin û sihbetên germ kirin.

Rûpela Nû

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand