Bi fermana Mesrûr Barzanî erd li ser mamostayên Kerkûkê tê belavkirin

.

Birêvebirê Xwandina Kurdî li Kerkûkê Kameran Elî ji Kurdistan24ê re agihand, “Ji sala 2003ê ve, mamosta û karmendên perwerdehiyê yên Kurd li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ji hemî biryarên baş hatine bêparkirin.”

Kameran Elî herwesa got, “Biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê selimand ku, nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye û mamosta û karmendên Kurd ên wan deveran jî karmendên Kurdistanê û wî ne, ji ber vê yekê wî biryar da ku em jî ji biryara dana parçeyên erdî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê feydeyî werbigirin.”

Navbirî amaje jî da ku, komîteyan ji bo dema çar mehan ji bo vê mijarê kar kiriye. Eşkere jî kir, “Ew kesên ku dê ji biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî feydeyî werbigirin, hejmara wan nêzîkî 5 hezar û 841 kesan e.”

Birêvebirê Xwandina Kurdî li Kerkûkê herwesa ragihand, “Niha ew pêvajo gihîştiye dawiyê û ji aliyê Dîwana Encûmena Wezîran ve em hatine haydarkirin ku, fermana Serokwezîr ji bo mamosta û karmendên Kurd ên sektora perwerdehiyê li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dê bên bicîhanîn. herwesa ji me re hatiye gotin jî ku, cihê parçeyên erdî hatiye diyarkirin û li cihekî baş ê Kurdistanê ye.”

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên