Jimara yekê a Kovara "Soryaz" ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî li Sûriyê tê weşandin, derket.
Ev jimar beşeke sereke li ser sedsaliya damezrandina Qamişlo, "paytexta herêma Cizîra Sûriyê", bi navê "Qamişlo/Qamişlî/Zalîn: Çîroka Sed Salî" vedihewîne. Ev dosya, ku wekî lêkolînekê tê pêşkêşkirin, dîrok û rêwîtiya bajarekî di nav sed salan de bi danasîna taxên wê, nîşaneyên wê yên herî berbiçav û kesayetiyên wê yên navdar vedikole. Di vê jimarê de, beşa yekem belav dike, ku taxên rojhilatê bajêr vedihewîne (Çemê Çeqçeqê wekî xeta veqetandinê di navbera herdu aliyên bajêr de tê hesibandin).
Her wiha di jimarê de çend nivîsên wêjeyî û çandî hatine nivîsîn.
Di beşa hevpeyvînê ya vê jimarê de hevpeyvînek ji aliyê rojnameya Cezayîrî El-Masar El-Erebî ve bi Dilşad Murad, xwediyê û sernivîserê giştî yê Kovara "Soryaz" re hatiye kirin. Di vê hevpeyvînê de, em çîroka li pişt navê kovarê, pêşbîna wê ya çandî û rola wê di avakirina pirên têkiliyan di navbera çandên cuda de nas dikin.
Di beşa "Lêkolîn" de sê mijar hene: Pêwîstiya Rexneyê Di Pêşxistina Kurteçîrokê De- Xeleka -1 ya "M.Emîn Sadûn". Gava Ku Masî Tî Dibin.. Çi Ji Me Re Dibêje? ya "Siltan Osman Eto". Nirxandina Sobartoya Helîm Yûsif ya"Sewsen Şêx Bekir".
Di beşa "Kesayetiya Jimarê" de, Ayfer Yildiztan Lêkolînek li ser helbestvan Cegerxwîn nivîsandiye. Di beşa "Jin û Çand" de, raporek ji aliyê "Fatima Murad" li ser karê Peymangeha Bilind A Hunerê Ya Hîlala Zêrîn heye.
Di beşa şanoyê de, lîstikvan û derhênerê şanoyê Ebdulcabir Hebîb li ser şanoya “Yê Ku Nayê”, ku di salên dawî de gelek caran bi zimanê kurdî hatiye pêşkêşkirin û yê qonaxa ku bakur-rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe nîşan dide, şîrove dike.
Di beşa Gundê Me de, lêkolînek li ser Gundê Dêrûna Qulinga heye. Di beşa Pirtûkxaneya Nobelê de nivîsek li ser Romannivîsê Macar “Laszlo Krasznahorkai” yê ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 2025an bi dest xistiye heye. Di beşa Wergerandin de, Azad Ekkaş helbestek yê ku sernavê wê (Sego) ya "Lawrence Ferlinghetti" Werger kiriye.
Di beşa Sînema de, Hişyar Murad Lêkolîneke kurt li ser Filma Zarê «Yekemîn Filma Kurdî» nivîsandiye.
Nivîsên di beşa çîrokê de ev in: Jiyaneke Azad | Abbas Abbas, Evîn û Tolhildan | Leyla Reşo, Birîna Ku Nayê Dîtin | Mihemed Seîd, Riya Qederê | Nisrîn Umer, Bê Sî Ma | Şêrîn Yûsif, Xwebûn | Aya Salih. Û di beşa Helbestê de ev in: Hûrdemên Bê Hedan | Hozanê Girkundê, Lêvên Lerizî | Yûsif Kûtê, Gulbuhar | Dilsoz Ibrahîm.
Di beşa Nêrîna Azad de gotarek a Aras Qasim li ser gotinên nefretê û riya pêşîgirtina wê heye. Di beşa Baxçeyê Zarokan de, kurtenivîsek derbarê Lîstika “Heft Qehfik” de heye.
Di dawiya beşa Kurdî de, Hin weşanên nû yên wêjeyî di beşa "Pirtûkxaneya Soryaz" de hatin pêşkêşkirin.
Jimara yekê bi (194) rûpelan di beşên xwe yên Kurdî û Erebî de derket.
Hêjayî gotinê ye, ku herdu bira, Dilşad û Hişyar Murad di 1ê Cotmeha 2025an de di daxuyaniyeke hevbeş de destpêkirina kovara wêjeyî û çandî ya serbixwe "Soryaz" ragihand. Li gorî daxuyaniya damezrandina wê, kovara di naveroka xwe de pirrengiya zimanî û çandî ya herêmî dide pêş tevî cudahiya nêrîn û ramanan, û ji tundrewiyê dûr e bi hemû awayên xwe, û bangên nefretê yên dijî çînên civakî red dike, hewil dide ku xwedî nirxekî wêjeyî çandî be û siyaseta weşandinê jî li ser pirsgirêk û mijarên wêjeyî û çandî yên di civakên herêmî de ye, rûpelên xwe jî ji bo pênûsên ciwan û jin re vedike, û hemû berhemên wêjeyî û çandî ji aliyê nivîskarên afrîner ve di herdu cîhanên Kurd-Ereb de di nava xwe de hembêz dike.