Bi dehan welat dixwazin Tengava Hurmizê vebe

.

Dîplomatên bi dehan welatan doh li Neteweyên Yekbûyî (NY) civiyan da ku bi yek dengî dijberiya xwe ji bo wê krîzê nîşan bidin ku bazarên enerjiyê yên cîhanê hejandine.

Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf Bin Raşid Zeyanî diyar kir ku girtina Tengava Hurmizê gefek e û anî zimên:

"Em piştgiriya xwe ya temam ji bo biryarnameya 2817an ducare dikin ku êrişên Îranê yên li ser cîranên wê yên herêmî şermezar dike.

Girtina Tengava Hurmizê û domandina êrişên di nav tengavê de li ser ewlehiya navneteweyî û maf û azadiyên deryavaniyê gef in.

Hatin û çûyîna azad a deryavaniyê ya di tengavê re kevirê bingehîn ê ewlehî û aramiya cîhanê ye."

Nûnerên welatan piştî xwendina daxuyaniya xwe ya hevbeş, çûn salona Konseya Ewlehiyê da ku li ser Tengava Hurmizê civîneke vekirî bikin.

Vê mehê Behreyn serokatiya Konseyê dike û serkêşiya hewldanên ji bo zêdekirina zexta navneteweyî ya li ser Îranê dike.

Veto ji Çîn û Rûsyayê

Behreynê destpêka vê mehê piştgirî da pêşniyaryasayekê ku ji bo vekirîhiştina Hurmizê rê dida bikaranîna hêzê.

Lê pêşniyaryasa nehat qebûlkirin çimkî Çîn û Rûsyayê ew veto kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres destnîşan kir ku divê Tengava Hurmizê were vekirin û got:

"Divê rêz li maf û azadiyên deryavaniyê yên di Tengava Hurmizê re bê girtin, wekî ku di biryarnameya 2817an a vê Konseyê de hatiye destnîşankirin.

Pêwîst e ev prensîb bi temamî û bêyî derengketin werin pêkanîn.

Ez bangî aliyan dikim: Tengavê vekin, rê bidin ku keştî bêyî wergirtina fidyeyê û bêyî cudakariyê derbas bibin. Bila bazirganî dest pê bike."

Lê divê were gotin ku vêga ne diyar e bê ma ev yekîtiya mezin dê çi bandora kirdarî bi xwe re bîne.

Fu Cong ji Rûdawê re axivî

Balyozê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Fu Cong li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir:

"Bi rastî, bi dîtina me ya herî girîng pêkanîna aştiyê ye. Eger aştî serdest bibe ez bawer dikim ku dê Tengava Hurmizê were vekirin."

Rûdaw: Çi bi ser wê biryarnameyê hat ku we û Rûsyayê li ser Tengava Hurmizê li serê kar dikir? Gelo hîn maye?

Fu Cong: Belê, hîn li ser maseyê ye.

Ev hemû di demekê de diqewimin ku Washington û Tehran bi baldarî û guman vegeriyane ser maseya dan û standinan.

Piştî şerê ku çend hefteyan ajot û bi sedan kes tê de hatin kuştin, wan li Pakistanê civînek kir û di navbera wan de agirbest çêbû.

Kurdistan Haberleri

Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin
Li Silêmaniyê bi mûşekan êrişî kampa Komeleyê hat kirin
PDK: Me deriyê dan û standinan negirtiye
Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne
Nêçîrvan Barzanî û Abraham Hamadeh bi telefonê axivîn