Bi biryara dadgehê doza Denîz Poyraz hat paşxistin

.

Piştî ku îro di salona dadgeha doza Denîz Poyraz, xebatkara HDPê ya ku di êrîşa ser avahiya wê partiyê de li Îzmîrê hatibû kuştin, alozî derket, dadgehê biryar da ku doz bo roja Înê 14ê Cotmeha 2022 were paşxistin.

Îro civîneke din a dadgehê derbarê doza kuştina xebatkara HDPyî Denîz Poyrazê li 6mîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin, lê beriya destpêkirina civînê li salona dadgehê alozî derket û hêzên ewlehiyê destwerdan kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, dema xwîşka Denîz Poyraz a girtî anîn salonê, bersûc Onur Gencer ji cihê xwe bi dest hin îşaret kirine, lewra li salonê alozî derket.

Nûçegihanê Rûdwê Rawîn Stêrk ku ji bo şopandina dozê li Îzmîrê ye, ragihand ku heyeta dadgehê salona dadgehê terikand û hêzên ewlehiyê destwerdan kirin.

Hêzên ewlehiyê hewl dan temaşevanên ku bitlên avê avêtin bersûc ji salona dadgehê derxînin.

Çavkanî

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand