Merasîma derçûnê di bin çavdêriya Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Helebê de li bajarê Efrînê di bin dirûşma “Xula Hezar Derçûyî” duh 10ê Cotmehê hat lidarxistin. Di ahengê de, tevî hejmarek berpirsên îdarî yên herêma Efrînê û nûnerên perwerdeyê yên Helebê, mamoste û malbatên xwendekaran amade bûn.
Ji 945 derçûyan, 62 kes mamosteyên kurdî ne
Di merasîmê de nêzîkî 945 xwendekar ji beşên cuda yên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Efrînê bawernameyên xwe wergirtin. Ji nava wan, 62 xwendekar ji Beşa Zimanê Kurdî bûn ku wek yekem xula fermî ya perwerdekirina mamosteyên zimanê kurdî derçûn.
Daxuyaniya derçûna vê xulê piştî aşkerekirina encamên dawî yên ezmûnan di 21ê Tîrmeha 2026an de hat, ku tê de xwendekaran bernameyeke perwerdeyê ya du salan di navbera salên xwendinê yên (2024–2025) û (2025–2026)an de bi serkeftî temam kiribû.
Li gorî zanyariyan, daxwazeke berbiçav ji bo peymangehê hebûye û hejmara giştî ya xwendekarên beşên cuda gihîştiye derdora 1,400 xwendekaran, ku ev yek daxwaza zêde ya xelkê herêmê ji bo bilindkirina asta perwerdeyê û bicihkirina zimanê kurdî di saziyên perwerdeyê de nîşan dide.
Danasîn û damezrandina vê beşê encama xebatên berdewam ên akademîk bû. Ev prose berê bi vekirina kursên fêrkirina zimanê kurdî di sê astan de li Beşa Zimanan a Zanîngeha Ezazê dest pê kiribû, ku di bin çavdêriya akademîsyen Dr. Ebdilmecîd Şêxo û hevkariya hejmarek xemxurên zimanê kurdî de birêve diçû.
Pispor û çavdêrên herêmê derçûna vê koma mamosteyan wek pêngaveke stratejîk dinirxînin, ku dikare valahiya mamosteyên pispor di dibistanan de tije bike û bibe bingehek ji bo xurtkirin û parastina zimanê kurdî di nava nifşên nû de. (K24)