Bi alîkariya xêrxwazan 500 girtî dê ji girtîgehên Urmiyeyê bên berdan

.

Birêvebirê Giştî yê Girtîgeh û Navendên Çaksaziyê yê Parêzgeha Urmiyeyê got ku bi komkirina 40 milyar tumenan ji aliyê xêrxwazan ve 500 girtî li girtîgehên parêzgehê tên berdan.

Birêvebirê Giştî yê Girtîgeh û Navendên Çaksaziyê yê Parêzgeha Urmiyeyê Mûrad Fethî ragihand ku hefteya borî merasîmek bi navê "Gulrêj" bi beşdariya Parêzgar Reza Rehmanî û Serokê Desthilata Dadwerî ya Parêzgehê Nasir Etebatî li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hat lidarxistin.

Armanca merasîmê alîkarîkirina wan girtiyan e ku ji ber pirsgirêkên darayî girtî ne.

Li gorî gotina Mûrad Fethî, di merasîmê de ji aliyê xêrxwaz, bazirgan û xwediyên kargehan ve 40 milyar tumen ji bo berdana hejmarek girtiyan hatine komkirin.

"500 girtî tên berdan"

Mûrad Fethî got, "Bi wî pereyê ku hatiye komkirin, zêdetirî 500 girtiyên ku ji ber deyn û pirsgirêkên darayî girtî ne, tên berdan û rêkarên pêwîst ji bo vê yekê di navbera Birêvebiriya Giştî ya Girtîgehan û Desthilata Dadê ya parêzgehê de dest pê kiriye."

Fethî her wiha got, hejmara kesên ku ji ber pirsgirêkên darayî di girtîgehên parêzgeha Urmiyeyê de girtî bûn 997 kes bûn ku ji destpêka îsal ve heta niha pirsgirêkên 265 kesan hatine çareserkirin û ji girtîgehê hatine berdan.

Fethî amaje bi wê yekê kir, ji bo berdana wan girtiyan 52 milyar tumen ji aliyê xêrxwazan ve hatibû komkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike