Beşîr Hedad: Hewlêr kilîla girêyên hişk e

.

Cîgirê berê yê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad duhî (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) di bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê de di derheqa serdana Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî ji bo Helêwêr de got: “Hewlêr ne tenê kilîla vekirina girêyên hişk e, belkî kilîla vekirina deriyê diyalogê û hevpeymaniyên berî avakirina hikûmetê ye jî.”

Serkeftina Hewlêrê di dîplomasiya navxweyî û ya Iraqê de

Beşîr Hedad amaje jî da: “Hewlêr di dîplomasiya navxweyî û ya Iraqê de serketî bûye, ji ber vê yekê aliyên Iraqî berê xwe didin Hewlêrê.”

Navbirî herwesa got: “Serkeftina Hewlêrê di dîplomasiya navxweyî û ya Iraqê de wesa kiriye ku pêngava yekê ya Nûrî Malikî û Çarçoveya Hevahengiyê ji bo Hewlêrê be da ku bizanin niyeta Hewlêrê çi ye, herwesa da ku bizanin çawa dikarin bi Kurdan re, xasma jî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevpeymaniyekê çê bikin da ku kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê ava bikin.

Divê Hewlêr serederiya xwe biguhere

Beşîr Hedad li ser wê ezmûna ku Hewlêrê piştî sala 2003ê bi aliyên Iraqî û desthilata Iraqî re bi Bexdayê re heye got: “Vê carê, divê Kurd serederiya xwe bi wan aliyan re biguhere yên ku ezmûneka xirab bi wan re hebû.”

Navbirî di derheqa niyeta Hewlêrê de jî got: “Hewlêrê pêştir komeka peymanên siyasî û hevpeymanîtiyan bi Bexdayê re çê kirin, lê Bexdayê ne peymanên siyasî bi cih anîn, ne jî ew sozên ku dabûn ji bo bicihanîna destûr û qanûnan wekî xwe hatine bicîhanîn.”

Cîgirê berê yê Parlementoya Iraqê tekez jî kir: “Lewma vê carê divê Hewlêr serederiya xwe ya bi Bexdayê re biguhere, divê bi hêz û yekalîker, bi germ û gur û bi dûrbîniyeka zêde serederiyê bike, ji ber ku yên ku niha di meydanê de ne hemî ceribandine.”

Kurdistan Haberleri

Ji Zanîngeha Rojava 211 xwendekar der çûn
Hejmara 506 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
HSDê 70 nav pêşkêşî Şamê kirin
14 sal di ser koça dawî ya Daniella Mitterrand re derbas dibin
Bakurê Kurdistanê ji bo alîgirên Zaxoyê li ser pêyan e