Beşar Esed û hevjîna wî Esma bi koronayê ketin

.

Serokê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma bi vîrûsa koronayê ketin.

Serokomariya Sûriyê ragihand, “Piştî ku Serok Esed û hevjîna wî Esma testên Koronayê çêkirin, diyar bû ku ew bi vîrûsa Koronayê ketine. Rewşa tenduristîya Esed û hevjîna wî baş e û wê ji bo 2 – 3 hefteyan li malê xwe karantîne bikin.”

Di daxuyaniya serokomariya Sûriyê de hatiye gotin, "Serok Esed û Xanim Esma daxwaza selametî û xweşiyê ji hemû Sûriyan û hemû gelên cîhanê  dikin û bang li hemû Sûriyan dikin ku pabendî rênimayên xweparêziyê bibin.”

Li gorî amarên fermî heta niha 15 hezar û 981 kes li herêmên jêr deshilata rêjîma Sûriyê bi koronayê ketine û 1 hezar û 63 kes jî pê mirine.

Lê belê Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihandibû ku amarên hikûmeta Sûriyê belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsa korona can dane gelekî zêdetir e.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin