Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Mûşê dest bi wergirtina xwendekaran kiriye

.

Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê ji bo lîsansa bilind a bêtez û lîsansa bi tez dest bi wergirtina xwendekaran kiriye.

10 xwendekar ji bo mastira bitez, 50 xwendekarên jî dê ji bo mastira bêtez bên wergirtin.

Li Bakurê Kurdistanê li zanîngehên li bajarên Amed, Mêrdîn, Mûş, Wan, Çewlîg û Dêrsimê beşên Kurdolojiyê hene.

Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê li gel lisansa Kurdî, mastera bitez-bêtez û doktora jî hene û pêvajoya serlêdanê bi dawî bûye.

Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê li gel lisansa Kurdî, mastira bitez û bêtez jî hene û pêvajoya serlêdanê dewam dike.

Li Zanîngeha Çewligê li gel lisansa Kurdî, mastira bitez-bêtez û doktora jî hene û pêvajoya serlêdanê dewam dike.

Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê li gel lisansa Kurdî, mastira bitez-bêtez û doktora jî hene û pêvajoya serlêdanê 12ê vê mehê dest pê dike û dê 23ê mehê bi dawî bibe.

Li Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê li gel lisansa Kurdî, mastira bitez-bêtez heye û pêvajoya serlêdanê hîn jî dest pê nekiriye.

Herwiha li Zaningeha Munzûrê ya Dêrsimê jî lisansa Kirmanckî /Zazakî heye lê mastir nîne.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand