Piştî ku Rahmî Koç di vekirina nexweşxaneyekê de heqaret li jinên Kurd kiribû, ji bo boykotkirina şirketên Koma Koçê bang hatin kirin.
Piştî vê helwesta Rahmî Koç, bi taybetî li bajarên Kurdan esnaf û welatî bang dikin ku markayên di bin banê Koç Holdingê de ne werin boykotkirin.
Di dîmen û peyamên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku hinek karsaz siparîşên xwe yên ji bo berhemên Koma Koçê betal dikin.
Her wiha hinek bikir jî daxuyandin ku ew dê êdî ji Yapi Kredî, Opet û markayên din ên holdingê dan û standinê nekin.
Serokê Federasyona Alîkariya Mirovî û Hevkariyê ya Globalê ya Herêma Mêrdînê Abdulvehap Akan ragihand ku wî biryar daye şirketên Koma Koçê boykot bike.
Abdulvehap Akan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî daxuyaniyên Rahmî Koç da û eşkere kir ku wî hesabên xwe yên li Yapi Krediyê girtine û ew dê ji Opetê jî dan û standinê neke.
Akan di peyama xwe de got, “Min hesabên xwe yên li Yapi Krediyê girtin.
Ez dê êdî ji Opet Petrolê dan û standinê nekim û ez dê hemû berhemên wan ên ku ez dizanim boykot bikim.”
Piştî gotinên Rahmî Koç li ser medyaya civakî jî gelek kes û saziyan bertek nîşan da. Hinek bikarhêneran xwest ku şirketên di bin banê Grûba Koçê de werin boykotkirin.
Çi bûbû?
Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê Rahmî Koç, 5ê Hezîranê li navçeya Balçovayê ya Îzmirê beşdarî vekirina Nexweşxaneya Amerîkayê bibû.
Rahmî Koç li wê derê berê xwe dabû serokwezîrê berê Bînalî Yildirim û heqaret li jinên Kurd kiribûn.
Bînalî Yildirim û kesên li derdora wî jî bi ken guhdarî kiribû.
Rahmî Koç gotibû, “Bijîşk guh daye derdê jina Kurd. Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”
Piştî ku gotinên Koç li ser medyaya civakî hatin belavkirin gelek bikarhêneran bertek nîşan da û diyar kir ku ev gotin heqaret li jinên Kurd dikin, ew biçûk dixin û diêşînin.
Li ser platforma Xê di bin hashtaga #RahmiKoçOzurDile (Rahmî Koç Lêborînê Bixwaze) de gelek peyam hatin parvekirin û ji Koç hat xwestin ku li pêşberî raya giştî lêborînê bixwaze.
Derbarê karsaz Rahmî Koç de ji ber heqareta li jinên Kurd dest bi lêpirsînê hat kirin.
Dest bi lêpirsînê hat kirin, Koç lêborîn xwest
Piştî dîmenên ku di nav raya giştî de bûn sedema bertekan, Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Têkildarî gotinên ku di hinek organên çapemeniyê de ji aliyê karsaz R.K. ve hatine bikaranîn, ji aliyê Serdozgeriya me ya Komarê ve di çarçoveya tawanê 'Bi Eşkereyî Biçûkxistina Beşekî Gel' de rasterast dest bi lêpirsînê hatiye kirin.”
Koç Holdingê li ser navê Rahmî Koç peyameke lêborînê ya nivîskî belav kir.
Di peyamê de hat gotin, "Ji ber gotinên xwe yên ku armanca wan ne hedefgirtina ti nasnameyê ye, ez ji dil lêborînê dixwazim. Ez dixwazim xemgîniya xwe ji dil parve bikim."
Berteka Wezîrê Dadê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ya li ser lêpirsînê parve kir.
Gurlek bi van gotinan bertek nîşanî axaftina Koç da:
"Li ser platformên medyaya civakî dîmenên karsazekî hatin belavkirin ku di bernameyeke vekirinê de jinan û welatiyên me yên ji nasnameyeke etnîkî ya diyar dike hedef.
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê bi awayekî rasterast dest bi lêpirsînê kir.
Teraziya dadê li gorî serwet, unvan yan statuya ti kesî napîve. Daraz her tim rûmeta mirov û hiqûqê diparêze.
Ew gotinên ku rûmeta jinan dişikînin, wan diêşînin û bi hestyariyên me yên civakî re naguncin, ji aliyê kê ve werin gotin jî qet nayên qebûlkirin."
Gurlek her wiha diyar kir, "Gotinên bi vî rengî eger di bin navê 'pêkenok' yan mîzahê de werin gotin jî, vê bêrêziya li hemberî jinan û beşeke civaka me sivik nake.
Em dê bi biryardarî li dijî her cure nêzîkatiya cudakar a li hemberî jinên ku stûna sereke ya civaka me ne û welatiyên me bisekinin."
Peyama AK Partiyê: Gelekî şaş û xirab e
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî bertek nîşanî gotinên Koç da û ev tişt anîn zimên:
"Em her cure gotinên ku jinan biçûk dixin şermezar dikin. Divê gotinên derbarê jinan de rêzdar û bi baldarî bin.
Nabe ku bawerî, koka etnîkî, çand, nasname yan zayenda ti beşeke civaka me bibe mijara gotinên biçûkxistin, cudakarî û cihêkariyê.
Nêzîkatiyên biçûkxistinê yên ku li ser bawerî, koka etnîkî û zayendê tên kirin, dibin sedema zimanê kîn û nefretê.
Divê mirov teqez ji van gotinên şaş dûr bisekine."
Çelîk amaje pê kir ku bikaranîna gotina "jina Kurd" di gel gotineke biçûkxistinê li dijî nirxên wan e û got:
"Ev yek gelekî şaş û xirab e. Em van nêzîkatiyên şaş û xirab ên ku welatiyên me yên Kurd û hemû jinan diêşînin, bi awayê herî zelal û ji bingeh ve red dikin.
Nabe ku gotinên kîn û nefretê bi kincê mîzahê wekî asayî werin nîşandan.
Sererastkirina gotinên şaş û xwestina lêborînê, pêdiviyeke rêzgirtina li nirxên me ye.
Divê her kes di mijarên bawerî, çand, koka etnîkî, nasname û zayendê de zimanekî hestyar û rêzdar bi kar bîne. Rûmet û qedrê hemû welatiyên me wekhev in."
DEM Partiyê û baroyên Bakurê Kurdistanê jî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê giliyê Rahmî Koç kir.