Berpirsên PWKyê li Belçîkayê bi ENKS, Enstituya Kurdî ya Brukselê û Revenda Kurdistanî re hevdîtin pêkanîn

.

Di roja sêşemê, 05/05/ 2026ê de, Nûnertîya PWKyê ya Ewropayê ku ji Serokê Meclîsa PWK Ewropayê M.Baran Boskan, nûnerê PWKyê yê Belçîkayê Ahmed Alan û endama PWKyê Medya Boskan pêkhatibû bi nûneartîya  ENKS/Belçîkyê, li Brukselê hevdîtinek hat pêkanîn.

Heyeta ENKSyê ji nûnerê ENKSyê ya Belçîkayê Behrî Xelîl, Mihemed Mamo, Abdulqadir Îsmaîl pêk hatibû.

Di vî hevdîtinê de, herdû alîyan, di derbarê rewşa îro bi hûrgilî nêrînên xwe pêşkêş kirin û giringîya peywendî, danûstandin û yekrêzîya nav mala kurd, wekî xaleke sereke pênase kirin  û hêvîyên xwe yên berdewamîya van têkilîyan anîn zımên.

Hevdîtin di atmosfereke dostane û germ de derbas bû û herdû alîyan, ji kar û xebatên hev re serkeftin, serfirazî xwestin û piştevanîya xwe tekez kirin .

Heyeta PWKyê eynî rojê Enstituya Kurdî ya Bruksel jî ziyaret kir bi Serokê enstîtuyê Derwêş Ferho re li ser rewşa dawî hevdîtinek kir.

Herweha heyeta PWKyê Navenda  Revenda Kurdistanî li Brukselê zîyaret kir. Bi Mistefa Şakir, berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî Li Brûkselê re hevdîtin kir.

Hevdîtinên heyeta PWKyê yên li Brukselê di atmosfereke dostane, berhemdar û germ derbas bûn.

Ahmed Alan

Nûnerê PWKyê yê Belçîkayê

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir