Berpirsekî PDKê: Ereb li Kerkûkê bi navê DAIŞê êrişî kurdan dikin   

.

Endamekî serkirdetiya PDKê li Kerkûkê dibêje, erebên faşîst li Kerkûkê bi navê DAIŞê êrişî kurdan dikin ji bo ku kurdan neçar bikin dest ji mal û warê xwe berdin.

Cîgirê berpirsê serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Diyarî Husên ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev demek êrişên li dijî kurdên Kerkûkê zêde bûne û ji bilî êrişên terorîstî û çekdarî, xanî û malên kurdan jî tên wêrankirin.

Diyarî Husên her wiha gotiye, erebên faşîst li Kerkûkê bi navê DAIŞê êrişî kurdan dikin da ku kurdan neçar bikin dest ji war û malên xwe berdin.

Wî berpirsê PDKê gotiye, armanca tevahiya wan êriş û tehdîdan ew e ku kurdan li Kerkûkê derxînin û Kerkûk bikeve destê ereban. Ti kes jî berevaniyê li kurdan nake. Her tişt pilankirî û organîzekirî ye.

Bi gotina wî berpirsê kurd, eger pêşiya erebkirinê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser kurdên Kerkûkê çêdibe.


 

Kurdistan Haberleri

Li Îranê cezayê qamçiyan dan 2 çalakvanên jin ên Kurd
Yekîtiya Nivîskaran û Zanîngeha Dihokê li ser Rastnivîsîna Kurmancî hevnêrîn in
PWK: Em êrîşa nijadperest a li Zonguldakê li karkerên kurdhatîye kirin şermezar dikin
Mustafa Ozçelîk : Li Rojavayê Kurdistanê konferans pêş ket lê Rêveberiya Xweser, HSD û PYD ew mutabaqat pêk neanîn
Rapora civîna hevpeyvînê ya bi Dilbirîn Şengalî re