Berpirsekî Îsraîlî: Qonaxa serxwebûna Siwêdayê dest pê kiriye

.

Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê Enan Wehbî ragihand ku "qonaxa veqetîna Siwêdayê ya ji Sûriyeyê dest pê kiriye.”

Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê Enan Wehbî ji kanala "i24news"ê  re axivî û got:

"Ji bo serxwebûnê pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî û destpêkirina pêvajoeyeke serxwebûnê heye."

Wî mînaka Libnanê da ku "di nav sê salan de qonax bi qonax serxwebûna xwe bi dest xist."

Wî her wiha anî ziman, "Ez bawer dikim ku Siwêda ketiye qonaxa yekem, ji ber ku piştî êrişên tund ên li başûrê Sûriyeyê, hemû serkirde piştrast bûn ku Sûriye venagere rewşa xwe ya berê."

Enan Wehbî da zanîn, "Durziyên li Siwêdayê fêm kirine ku divê ew herî kêm li herêmên xwe serwer bin û xwe biparêzin.

Divê Siwêda ji bo parastina nasnameya xwe xwedî herêmeke cografî ya taybet be.

Ez bawer nakim ku Sûriye salên pêş bibe welatekî yekgirtî."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin