Berpirsekî Gorranê hişyarî da YNKê!

Endamekî civata giştî ya Gorranê dibêje, eger YNK bixwaze bê rêkeftina siyasî parêzgariya Silêmaniyê ji Gorranê bistîne, dê aloziya siyasî çêbibe.

Endamekî civata giştî ya Gorranê dibêje, eger YNK bixwaze bê rêkeftina siyasî parêzgariya Silêmaniyê ji Gorranê bistîne, dê aloziya siyasî çêbibe.

Li gorî agaihyên hatine bi dest xistin, YNK dixwaze bi rêka encumena parêzgeha Silêmaniyê posta parêzgariyê ku niha di destê Gorranê de ye, ji Gorranê bistîne.

Li ser vê mijarê, endamê civata giştî ya Gorranê Seywan Ferec ji BasNewsê re got, eger YNK posta parêzgariya Silêmaniyê dixwaze, bila parêzgariya Helebcê bide me em jî ya Silêmaniyê bidin wê.

Seywan Ferec her wiha got, bo wê jî divê bi rêkeftina siyasî be. Eger wisa nebe aloziya siyasî dê çêbibe.

Li gorî rêkeftina navbera Gorran û YNKê, du salan posta parêzgariya Silêmaniyê di destê Gorranê de dibe û du salan jî di destê YNKê de.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin