Berpirsekî berê yê Pentagonê: Êrîşa şevêdî li ser Herêma Kurdistanê kujektirîn êrîş bû

.

Berpirsê berê yê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hevxemiya xwe ji bo gelê Kurd diyar kir û ragihand ku, ev ji sê heftiyan zêdetir e ku Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û milîsên wê ve rûbirûyî êrîşên dijwar ên bi mûşek û dronan bûye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di peyamekê de ragihand ku, bingehên hêzên Pêşmergeyan ketine ber êrîşeke çepel û ew êrîş bi tundî şermezar kir. Herwesa ragihand ku, di encama wê êrîşê de şeş Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Berpirsê berê yê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Marshall S. Billingslea jî wekî bertekek li beranberî vê bûyerê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsand: Dilê min bi Kurdên Iraqê re ye.

Marshall S. Billingslea behsa wê yekê jî kir ku, Kurdên Herêma Kurdistanê ev ji sê heftiyan zêdetir e ku rûbirûyî êrîşên berdewam ên bi mûşek û dronan ên Komara Îslamî ya Îranê û milîsên girêdayî wê li Iraqê bûne.

Navbirî tekez jî kir ku, êrîşa bi mûşekan a şevêdî xirabtirîn û kujektirîn êrîş bû ku heta niha li ser Herêma Kurdistanê hatibe kirin. Li dawiyê jî lava ji bo şehîdên wê bûyerê û malbatên wan kirine.

Ev êrîş di demekê de ne ku aloziyên deverê ji ber şerê Amerîka û Îsraîl bi Îranê re gihîştine asteke xeter û Herêma Kurdistanê jî ji ber cihê xwe yê stratejîk ketiye nav cergê pevçûnan.

Bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Hêzên Rojhilatê Kurdistanê êrişên li Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Partiyên Bakurê Kurdistanê bangî xelkê Amedê kir: ‘Em êrişên li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin’
Hevpeymaniya Xiristiyan êrîş şermezar kir: Pêşmerge mertalê parastina pêkhateyan e
Mezlûm Ebdî ji bo Pêşmergeyan sersaxî ji Serok Barzanî re xwest
PDK: Divê em li hemberî êrişên li Pêşmergeyan bibin yek