Berpirsa Amerîkî spasiya Serok Barzanî kir

.

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê spasiya Serok Barzanî kir ku wî nûnerê xwe yê taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên Kurdistanî re civiyaye.

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamî Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û ewlehî û pêşhatên dawî yên Îraq û Herêma Kurdistanê û Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo hat kirin.

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê spasiya Serok Barzanî kir ku wî nûnerê xwe yê taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên Kurdistanî re civiyaye.

Wê tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka piştgiriyê dide her hewlên ku bibe sedema nêzîkbûna aliyên Kurdî û pêkanîna aramiyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Di beşeke din a civînê de têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin nirxandin.

Baregeha Barzanî da zanîn ku şandeyê kêfxweşiya xwe ji bo danûstandinên di navbera aliyan de û bilezbûna gavên ber bi avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Her wiha metirsiya derketina dubare ya terorê û pêwîstiya parastina aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand