Bernameya Kazimî diyar bû: 17ê mehê serdana Tirkiyê dike

.

Bername û dîroka serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Tirkiyê ku beriya niha ji aliyê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ve hatibû vexwendin diyar bû.

Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê Hesen Cenabî îro 11ê Kanûnê ragihand ku Serokwezîr Mistefa Kazimî dê roja 17ê Kanûnê bi serokatiya şandeke mezin û pilebilind serdana Tirkiyê bike.

Hesen Cenabî diyar kir, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di demeke nêzîk de dê biçe Enqerê, ji bo zemîna serdana Serokwezîr Mistefa Kazimî bo Tirkiyê amade bike.

Li gorî medya Iraqê wê di serdana Kazimî ya Tirkiyê de, hebûna hêzên PKKê li nav axa Iraqê, pirsgirikên avê, têkiliyên aborî yên hevbeş û vekirina deriyekî nû yê sînorî jî bên gotûbêjkirin.

Herwiha tê ragihandin ku di serdanê de rayedarên leşkerî jî cih digirin û dê avakirina navendeke hevbeş a leşkerî di navbera herdu welatan de were gotûbêjkirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin