Berî û piştî dronan hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê

.

Mehmûd Baban

Di rojên 14 heta 16ê Tîrmeha 2025an de zeviyên petrolê yên li parêzgehên Hewlêr û Dihokê bi dronên bombebarkirî hatin armanckirin. Heta niha jî bombebarankirina deverên cuda yên van her du parêzgehan bi dronan berdewam dike û tevî daxuyaniyên Amerîka, Îraq û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo rawestandina êrişan jî roj bi roj hejmar zêdetir dibe.

Niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî ji sisêyan diduyê hilberîna petrolê hatiye rawestandin û kompanya û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amaje bi ziyeneke mezin a di binesaziya berhemanîna petrolê de li Herêma Kurdistanê dikin.

Vê yekê rasterast bandor li bazarê kiriye û her tonek berhemên petrolê (17.07.2025) bi qasî 30 heta 40 dolaran bihatir bûye. Eger ev rewşa niha berdewam bike, dê bihatir jî bibin.

Her wiha, tevahiya hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê daketiye û rojane gihîştiye 101 hezar û 680 bermîlan ku ev jî ji çaryeka duyemîn a sala 2015an ve asta herî nizm a hilberîna petrolê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ye.

Berî dronan, asta hilberîna petrolê li 12 zeviyên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê 328 hezar bermîl bû ku 15 hezar û 819 bermîlên wê kondensata gazê ya Kormorê bû. Vêga asta hilberîna petrolê, tevî ya Dana Gazê jî, 101 hezar û 680 bermîlên petrolê ye.

Jêder, rapora Kompanyayên Petrolê yên Navneteweyî (IOC), 17ê Tîrmeha 2025an

Ev êriş dê bandoreke pir mezin li ser çîroka petrol û gazê li Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku ev êriş di demekê de ne ku ji Adara 2023yan ve, hemû bipêşketin û veberhênanên nû yên kompanyayên petrolê yên navnateweyî li Herêma Kurdistanê rawestiyane.

Niha van êrişan binesaziya heyî ya kompanyayan kiriye armanc û bûye sedema kêmbûna hilberînê û gihîştina wê heta asta sifirê ji aliyê kompanyayên navneteweyî ve li Hewlêr û Dihokê.

Li gorî pêşhatên pêşerojê, eger sazî û dezgehên zeviya petrolê ya Xurmeleyê bi dronan werin armanckirin, dê demê asta hilberînê li seranserê Herêma Kurdistana Îraqê dê teqez bigihîje nêzîkî sifirê.

Her wiha, mebestên li pişt van êrişan aloz û cihêreng in. Bi awayekî sereke, armanca wan binesaziya pîşesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê bûye, nîşandana şiyana teknîkî ya bilind a êrişkaran û karîna wan a lêdana li her derê û di her demê de bûye, bêyî ku guh bidin encaman.

Xaleke din jî ew e ku heta niha sîstemên parastinê yên pêwîst ên bîrên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê nînin, loma jî bandora van êrişan bûye sedema encamên mezin ên aborî û ziyeneke zêde gihandiye binesaziya vê pîşesaziyê.

Tewra zeviya petrolê ya Şêxanê ku ji aliyê kompanyaya Brîtanî Gulf Keystoneyê ve tê birêvebirin, ji ber metirsiyan biryara rawestandina hilberîna petrolê da, her çend heta niha nehatiye armanckirin jî.

Di rastiyê de kêmkirina asta hilberîna petrolê bi rêjeya ji sedî 70 ne tenê zirerê dide kompanyayên petrolê û dahata Herêma Kurdistanê ji vê sektorê, belkî dê di rojên pêş de rasterast bandorê li ser parzûngehên petrolê û bihayê berhemên petrolê, xasma jî benzînê bike, eger bi lez çareseriyek neyê dîtin.

Vêga ji bilî bîrên petrolê yên Xurmele û Serqelayê, li hemû zeviyên din ên petrolê yên Herêma Kurdistanê hilberîn hatiye rawestandin û ne diyar e ka dê kengî kompanya dîsa dest bi hilberîna petrolê bikin.

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Daxuyaniya Karûbarên Kongreya 8-emîn ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê
Para Şêr
DIAKURD: Lozan înkara Kurdan e, doza me li NY didome
Ramî Ebdulrehman: Hejmara kuştiyan li Siweydayê gihişt 1265 kesî
MSD: Siwêda hişyariya teqîneke navxweyî nîşan dide