Berdevkê PDKê: Pêwîst e Parlamena Kurdistanê zû were çalakkirin

.

 Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed bang li hemû aliyên siyasî kir ku hewlên xwe ji bo derbaskirina "xitimîna siyasî" zêde bikin. Herwiha tekez kir ku divê Parlamena Kurdistanê di zûtirîn dem de dest bi karê xwe bike.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro 3ê Hezîranê ragihand, di vê qonaxê de berpirsyariya hemû aliyan e ku bi hev re kar bikin, daku ew rewşa xetimî ya ku rûbirûyî proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê bûye, bişikînin. 

Herwiha destnîşan kir jî, divê hemû pêngav ber bi wê aliyê ve bin ku parlamen were çalakkirin, daku bikaribe erkên xwe yên yasayî û niştimanî bicih bîne.

Mehmûd Mihemed tekezî li ser giringiya îradeya welatiyan kir û got: "Di her pêngaveke siyasî û îdarî de, divê rêz li îradeya xelkê Kurdistanê were girtin, ji ber ku xelk çavkaniya sereke ya rewabûnê ye."

Berdevkê PDKê bal kişand ser pêdiviya yekrêziya navxweyî û got: "Pêwîst e hemû alî bi hev re hewl ji bo çareserkirina kêşeyan bidin, daku em bikaribin ber bi qonaxeke hîn aram û xurt ve gavan bavêjin."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan