Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, hewildanên wan ji bo derbaskirina xetimîna siyasî berdewam in û ew amade ne bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re bicivin. PDKê her wiha ji bo rûbirûbûna guhertinên li navçeyê, daxwaza yekrêziyê kir.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro 11ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan diyar kir, piştî hilbijartinan û bi destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî, wan dest bi seredana aliyên siyasî yên Kurdistanê kiriye. Armanca van seredanan ew e ku dawî li "rewşa xetimî" ya siyasî li Herêma Kurdistanê bê anîn.
Mehmûd Mihemed ew gotegotên ku dibêjin PDK naxwaze li gel YNKê bicive red kirin û got: "Ew gotegotên ku di dezgehên ragihandinê de tên kirin, ne rast in. Em ji bo civînan amade ne û ev ne tiştekî veşartî ye. Divê em bicivin û zemîneyeke guncav amade bikin, da ku kêşeyên heyî çareser bibin."
Berdevkê PDKê her wiha destnîşan kir, ew di peywendiyê de ne da ku demeke guncav ji bo civîna di navbera her du partiyan de diyar bikin. Wî got ku ew dixwazin amadekariyeke baş bikin da ku civînên wan encameke berbiçav bidin.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Mehmûd Mihemed bal kişand ser alozî û guhertinên mezin ên li Rojhilata Navîn û got: "Navçe di nava guhertinên pir mezin re derbas dibe. Ji bo em bikaribin li hemberî astengiyan bisekinin û Herêma Kurdistanê ji kêşeyan biparêzin, pêdiviya me bi yekrêziyeke navxweyî ya bihêz heye."
Serok Barzanî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de bang li hemû aliyên Kurdistanê kiribû ku dawî li nakokiyan bînin û dest bi diyalogeke neteweyî bikin. Li ser vê bingehê, şandeke PDKê dest bi seredana partiyan kir, da ku xetimîna siyasî bidawî bibe û Parlemana Kurdistanê dîsa were aktîfkirin.