Berdevkê Durziyên Siwêdayê: Daxwaza me birêvebiriyeke nenavendî ye

.

Berdevkê Durziyên Siwêdayê Şêx Merwan Riziq ragihand ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê hewl daye wî bi dronekê bikin hedef.

Riziq da zanîn ku daxwaza şêniyên Siwêdayê birêvebiriyeke nenavendî ye.

13ê Tîrmehê Erebên Bedewî û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê êrişî Siwêdayê kiribûn û di encamê de zêdetirî hezar û 300 kes hatibûn kuştin.

Hêzên Durziyan jî bersiva êrişan dabûn û zêdetirî hefteyekê Hêzêj   şerên dijwar rû dabûn. Her wiha Îsraîl jî ji bo piştgiriya Dûrziyan dest bi bombebarana Erebên Bedewî û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kiribû.

Herî dawî bi navbeynkariya welatên Kendavê û Amerîkayê agirbest hatibû ragihandin.

Şêx Merwan Riziq ji ANHAyê re axivî û behsa êrişan kir.

“Hewl dan bi dronekê min bikujin”

Riziq anî ziman ku wî di dema şer de piştgirî dida berxwedana ciwanan û behsa êrişa li  xwe kir:

"Bi dronekê hewl dan min bikujin. Parçeyek li aliyê rastê yê serê min ket û birîndar bûm. Tavilê ez rakirim nexweşxaneyê lê birînê zêde zerer neda min."

Riziq diyar kir ku bikaranîna dronan ji aliyê hêzên hikûmetê ve îspat dike ku destê wan di komkujiyan de heye.

“Ew Moxolên serdemê ne”

Berdevkê Durziyan Hikûmeta Sûriyeyê bi tundî rexne kir û got, “Moxolên serdemê piştî ku li peravê Sûriyeyê komkujî pêk anîn, gef li Siwêdayê xwarin û dû re gefên xwe yên kuştin, qirkirin û talankirin pêk anîn.”

Riziq destnîşan kir ku gundê Seilayê yê Siwêdayê hatiye wêrankirin, şêxên wê hatine kuştin û xelkê wê û yê gundên din hatine koçberkirin.

Wî da zanîn ku komên êrişkar agirbestê bin pê dikin û ji ber wê jî ew neçar in parastina xwe bikin.

“Daxwaza me birêvebiriyeke nenavendî ye”

Şêx Merwan Riziq derbarê daxwazên xelkê Siwêdayê de jî wiha got:

"Daxwaza sereke ya xelkê Siwêdayê ewlehî û aramî ye. Ew jiyaneke hevbeş li welatekî laîk dixwazin ku mafên hemû pêkhateyan biparêze.

Her wiha ew birêvebiriyeke nenavendî dixwazin da ku bikaribin kar û barên xwe bi rê ve bibin. Êdî baweriya xelkê bi Hikumeta Sûriyeyê nemaye."

Kurdistan Haberleri

Civîna Sêalî li Bexdayê: Wezîrên Derve yên Tirkiye û Sûriyeyê serdana Iraqê dikin
Şaredariya Tetwanê ji bo karmendên xwe û xelkê kursa Kurdî vekir
Macron ji Şer re got: Girîng e dan û standinên HSD û Şamê berdewam bikin
Li Kerkûk, Nînowa û Diyaleyê Kurdî hat qedexekirin
Fransa bang li Şam û HSDê Dike ku li Parîsê bicivin