Berdevkê APIKURê li Qamişloyê kompanyayeke şêwirmendiyê ya enerjiyê vedike

.

Kompanyayeke şêwirmendiyê ya Amerîkayî ku ji aliyê Berdevkê Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins ve hatiye avakirin, li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê nivîsgehekê vedike.

Kompanya plan dike ku di du warên sereke de kar bike: Ya yekem, projeyên avahîsazî û xizmetguzariyê ji bo artêşa Amerîkayê û ya duyem jî, şêwirmendiya kompanyayên mezin ên navneteweyî yên warê petrolê da ku li sektora enerjiyê ya Rêveberiya Xweser veberhênanê bikin.

Caggins ragihand ku vekirina nivîsgeha wan a li Qamişloyê ji bo vekirina deriyê veberhênana navneteweyî ya li herêmê, bi taybetî di sektora petrolê de, “destpêkek e”.

Potansiyela petrolê ya Rojavayê Kurdistanê

Derbarê rewşa niha ya sektora petrolê ya Rojavayê Kurdistanê, Caggins amaje bi wê yekê kir, "Niha ti petrola Sûriyeyê nayê hinartin ji bo bazarên cîhanî û ew miqdara ku tê berhemanîn, tenê ji bo bikaranîna navxweyî ye."

Li gorî Caggins, potansiyeke mezin a herêmê heye û got, “Em di wê baweriyê de ne ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikare rojane zêdetirî 50 hezar bermîl petrol bê berhemanîn, dibe ku bigihîje 100 hezar bermîlan jî û bi rêya bendera Tertûsê ji bo bazarên cîhanî bê hinartin.”

Zeviyên petrolê yên herêmê ji ber şerê DAIŞê û êrişên asmanî yên Tirkiyeyê zirar dîtine û kelûpelên wan kevn bûne. Caggins di wê baweriyê de ye ku kompanyayên Amerîkayê dikarin roleke girîng di nûjenkirina wan de bilîzin.

Wî got, "Ew dikarin bên û nirxandineke berfireh bikin, li bîrên petrolê vekolin û piştre bi teknolojiya nû wan bipêş bixin û berhemanînê zêde bikin."

Rola kompanyaya Caggins: Şêwirmendî û birêxistinkirina pêwendiyan

Kompanyaya Words Warriors rasterast veberhênanê di berhemanîna petrolê de nake, belkî wekî ku Caggins rave kir, rola şêwirmendiyê dibîne û got "Kompanyaya min li ser bingeha pêwendiyan hatiye avakirin. Em şîretan li kompanyayên mezin ên petrolê dikin ka dê çawa bi serkirdayetiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kar bikin."

Yek ji astengiyên sereke, sizayên li ser Sûriyeyê ne. Caggins eşkere kir ku gavên dîplomatîk ên girîng hene ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û got, "Du rojên din, (Ehmed Şer) Serokê Sûriyeyê, dê serdana Koşka Spî bike û bi Serok (Donald) Trump re bicive. Her wiha hewl hene ku Banka Navendî ya Sûriyeyê careke din bibe beşek ji sîstema SWIFT a cîhanî."

Pêdiviya bi rêkeftinê ya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de

Caggins tekezî li ser wê yekê kir ku kilîda serkeftina vê projeyê, hebûna rêkeftineke siyasî di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ye. Ew dibêje, "Şamê pêdivî bi pereyan heye, baştirîn rê ji bo bidestxistina pereyan jî, berhemanîn û hinartina petrolê ye. Ji ber vê yekê girîng e Şam nîşanî Washingtonê bide ku ew pêşwaziyê li veberhênerên Amerîkayî dike."

Cagginsê ku berê berdevkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bû, di wê baweriyê de ye ku aboriyeke bihêz dê bibe sedema kêmbûna terorê û zêdebûna seqamgiriyê li Sûriyeyê.

Ewlehî û mana hêzên Amerîkayê

Cagginsê ku di sala borî de şeş caran serdana Sûriyeyê kiriye, piştrast dike ku "bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo karê bazirganiyê aram e" û wekî "pêşketineke xwezayî" dibîne ku ew kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê jî.

Berdevkê berê yê hevpeymanan xwest ku hêzên Amerîkayê li herêmê bimînin û got, "Yek ji wan peyamên ku min arasteyî berpirsên Washingtonê kiriye ew e ku pêwîst e Amerîka hebûna xwe ya leşkerî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bidomîne."

Wî her wiha eşkere kir ku kompanyaya wî li gel kompanyayeke avahîsaziyê ya Kurdî kar dike ji bo avakirina navendeke operasyonan û nexweşxaneyekê li baregeheke leşkerî ya nêzîkî Hesekê û Til Temirê ku hêzên Amerîkayê lê ne.

Berdevkê APIKURê û xwediyê Kompanyaya Words Warriorsê Myles Cagginsê bû mêvanê Rûdawê û li ser xebat û projeyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Rûdaw: Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, rojane çiqas petrol tê berhemanîn?

Myles Caggins: Kompanyaya min li Qamişloyê nivîsgehekê vedike û dê du projeyên me hebin. Yek ji wan dê projeyeke hevbeş be bi artêşa Amerîkayê re ji bo karê avahîsaziyê û xizmetguzariyên din ên ku artêşa Amerîkayê pêwîstiya wê pê heye. Projeya me ya mezin a din jî dê alîkariya kompanyayên enerjiyê û kompanyayên petrolê yên biyanî be da ku werin herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Niha ti petrola Sûriyeyê nayê hinartin bo bazarên cîhanî.

Ew petrola ku li bakur û rojhilat tê berhemanîn, ji bo bikaranîna navxweyî ye û çend rafîneriyên biçûk hene ku tenê têra dabînkirina benzîn û gazê ji bo xelkê bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikare rojane zêdetirî 50 hezar bermîl petrol bê berhemanîn, dibe ku bigihîje 100 hezar bermîlan jî û bi rêya bendera Tertûsê di Deryaya Spî re ji bo bazarên cîhanî bê hinartin.

Rûdaw: Niha ti amar hene ku ji wan bîrên petrolê rojane çend bermîl petrol tên berhemanîn?

Myles Caggins: Niha Kompanyaya Petrolê ya Cizîrê heye ku petrolê berhem tîne. Lê wekî hûn dizanin, Dilbixwîn û temaşevanên Rûdawê agahdar in ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê rastî gelek astengiyan hatiye, di nav de dorpêç û her wiha Tirkiyeyê êrişên asmanî biriye ser binesaziya petrolê. DAIŞê jî demekê dest danîbû ser beşek ji binesaziya petrolê.

Ji ber vê yekê gelek caran kelûpel zirar dîtine yan jî kevn in. Em di wê baweriyê de ne ku kompanyayên Amerîkayê dikarin bên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û dest bi nirxandineke berfireh bikin. Ew dikarin li bîrên petrolê vekolin û piştre wan bipêş bixin û berhemanîna petrolê zêde bikin.

Rûdaw: Gelo hûn bi xwe petrolê berhem tînin? Yan kompanyaya we karê şêwirmendiyê dike ji bo alîkariya kompanyayên biyanî da ku biçin bakur û rojhilatê Sûriyeyê veberhênanê bikin?

Myles Caggins: Kompanyaya min li ser bingeha pêwendiyan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê em şîretan li kompanyayên mezin ên petrolê dikin ka dê çawa bi serkirdayetiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kar bikin. Em wan derbarê xelk, çand û ewlehiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê de rêberî dikin. Gavên girîng ên pêşerojê jî ew in ku rêkeftin di navbera Şamê, ango hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û serkirdayetiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bê kirin. Pêwîst e rêkeftin yasayên berhemanîn û hinartina petrolê diyar bikin.

Rûdaw: Heta niha hinek ceza li ser Sûriyeyê hene. Li ser şandina kelûpelan û dan û standinên darayî yên bi bankên Sûriyeyê re ceza hene, bankên Amerîkayê çawa dikarin biçin bakur û rojhilatê Sûriyeyê û di warê petrolê de veberhênanê bikin?

Myles Caggins: Du rojên din, Serokê Sûriyeyê (Ehmed) Şer dê serdana Koşka Spî bike û bi Serok Trump re bicive. Her wiha em dizanin ku wezîrên wî jî bi wezîr û cîgirên wezîrên hikûmeta Amerîkayê re di civînan de ne. Ew ji gelek aliyên cuda ve kar dikin. Çalakiyên hevdem hene ji bo ku Banka Navendî ya Sûriyeyê bibe beşek ji sîstema navneteweyî, ku em jê re dibêjin sîstema SWIFT.

Hewl di gotûbêjên di navbera wezîrê enerjiyê û berpirsên siyaseta enerjiyê ya Amerîkayê de hene ji bo ku behsa wê yekê bê kirin ka dê Sûriye çawa xwedî siyaseteke enerjiyê be û ji bo hinartinê bikeve nav bazara cîhanî. Ev gav ji bo afirandina derfetan ji kompanyayan re girîng in da ku werin Sûriyeyê û veberhênanê bikin. Ew veberhênan jî divê ji bo kompanyayan ewle û bi qezenc bin.

Rûdaw: Mebesta we ew e ku divê kompanya netirsin û dikarin biçin Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê da ku dest bi veberhênanê bikin?

Myles Caggins: Dilbixwîn, hevalê min, ez di sala borî de şeş caran çûme Sûriyeyê. Heta Îlona 2024an jî ez li Sûriyeyê bûm, dema ku rejîma Esed hîn li ser desthilatê bû. Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo karê bazirganiyê aram e. Hinek ji wan kompanyayên petrolê yên ku dixwazin biçin bakur û rojhilatê Sûriyeyê, niha li Herêma Kurdistana Îraqê kar dikin. Ev jî tenê bipêşketineke xwezayî ye. Pêşketineke xwezayî ye ku ew bixwazin bi heman şêweyê ku li Herêma Kurdistana Îraqê petrolê berhem tînin, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî berhem bînin.

Rûdaw: Eger Şam rê nede hûn kar bikin, helwesta we dê çi be? We nivîsgeha xwe li Qamişloyê vekiriye, we destûr ji Şamê wergirtiye?

Myles Caggins: Em di wê baweriyê de ne ku girîng e Şam û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêkeftinekê bikin. Şamê jî pêdivî bi pereyan heye, rêya herî baş ji bo Sûriyeyê ji bo bidestxistina pereyan, berhemanîn û hinartina petrolê ye. Ji ber vê yekê girîng e Şam nîşanî îdareya Trump û Washingtonê bide ku ew pêşwaziyê li veberhênerên Amerîkayî yên di sektora petrol û gazê de dike.

Dema ku aboriyeke wan a bihêz li Sûriyeyê hebe, ev yek alîkariya navûdengê cîhanî yê Sûriyeyê dike û her wiha ew cihên ku aboriya wan a bihêz heye, bi gelemperî terora wan gelekî kêmtir e. Ji ber vê yekê aboriya bihêz ji bo ewlehî û seqamgiriyê girîng e.

Rûdaw: Gelek bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê di encama êrişên asmanî de ji kar ketine, li gorî we derfet heye ku werin nûjenkirin û ji nû ve dest bi berhemanînê bikin?

Myles Caggins: Belê, min serdana zeviyên petrolê yên nêzîkî Rimêlanê kiriye, ku jê re dibêjin herêma Swêdiyê, her wiha cihên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Wekî te got, zeviyên petrolê zirar dîtine. Dema ku rêkeftin di navbera Şam, bakur û rojhilatê Sûriyeyê û kompanyayan de bê kirin, wê demê kompanya dikarin planeke bazirganî ya guncav deynin, ji ber ku ew ê bizanibin ka dê çiqas qezenc û rêje ji berhemanîn û hinartina petrolê bi dest bixin.

Kompanyayên Amerîkayî pereyên wan hene û dikarin bi lez ezmûn û pisporiyê bînin ji bo baştirkirina bîrên petrolê. Ew pisporiya herêmî û ezmûna xebatê ya li Herêma Kurdistana Îraqê jî hene. Ji ber vê yekê ev rêya herî bilez e ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê û hinartina wê, ku dê sûdê bide hemû xelkê Sûriyeyê.

Rûdaw: Pirsek derbarê mijara leşkerî, gelo hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dimînin yan na?

Myles Caggins: Kekê Dilbixwîn, yek ji wan peyamên ku min arasteyî wan kesên ku ez li hikûmeta Washingtonê nas dikim kiriye ew e ku pêwîst e Amerîka hebûna xwe ya leşkerî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bidomîne. Kompanyaya min li gel kompanyayeke avahîsaziyê ya Kurdî kar dike ji bo projeya avakirina baregehekê li nêzîkî Hesekê û Til Temirê.

Li vê baregehê leşkerên Amerîkayê hene û projeya me ya avakirina navendeke operasyonan û nexweşxaneyekê heye. Em di wê baweriyê de ne ku berdewamiya hebûna leşkerên Amerîkayê û hevbeşiya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo têkbirina DAIŞê, alîkariya hemû xelkê Sûriyeyê, herêmê û cîhanê dike.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Îshaq Tepeyê ku 32 salan li şopa kurê xwe digeriya koça dawî kir
Îlham Ehmed: Pêvajoya çareseriyê derbasî Washingtonê dibe
Tirkiyeyê biryara desteserkirina Netanyahu da
Li Efrînê di du rojan de 2 Kurd hatin kustin
Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya