Benjamin Netanyahu Spasîya Serok Trump Kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ser peymana bi Bahreynê re spasîya Serokê Amerîka Donald Trump kir.



Netanyahu bi vîdeoyekê dîyar kir ku ew jiber peymana bo normalkirina peywendîyên Îsraîl û Bahreynê kêfxweş e.

Wî ji nav peymanên bi dewletên Ereban re, peymana aştîyê ya bi Urdunê re, ku di sala 1994’an de hatibû îmza kirin, bi bîr xist û da zanîn ku wan piştî 26 salan bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re peyman îmza kiriye û 29 rojan piştî wê jî bi Bahreynê peyman çêkiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku ew peymanên aştîyê dê bo geşkirina aborîyê welêt bandorên mezin çêkin.

Netanyahu di peyama xwe de spasîya Qralê Bahreynê Hamad Bîn Îsa Al Xelîfe, Prensê Cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Muhamed Bîn Zayîd Al Nahyan û Serokê Amerîka Donald Trump kir.

Trump normalkirina peywendîyên Îsraîl û Bahreynê ragihandibû û dîyar kiribû ku ew ‘’pêşektineke dîrokî ye.’’

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê