Bendavê felaketê anîye serê gundîyan

Şênîyên gundên mal û milkên wan di bin bendav Ilisûyê de man dîyar kirin ku bendavê ji bilî felakete tiştek din nedaye wan.

Li gorî daneyên fermî navçeya Heskîfê, 108 gund û 42 mezra di bin Bendava Ilisûyê de man. Li gorî daneyên Kordînasyona Heskîfê jî 199 jîngeh di bin bendavê de man e. Li gel gund, mezra û navçeyê Girikê Çattepe (Tell-Fafan) yê dîrokî û bi hezaran erazîyên xelkê jî ketin bin avê. Felaketa bendavê li gundê Bedîa yê girêdayî navenda Êlihê xwe radixe ber çavan. 

 

XANÎYAN DIXWAZIN 

 

Şenîyên gundê Bedîa dîyar dikin ku ji ber tapûyên wan tune bûne xanî nedane wan û daxwaza xanîyan dikin û radigihînin ku ew di rewşek zehmet de mane. 

 

'ME BENDAVÊ NEXWESTÎYE’ 

 

Şênîyê gundê Bedîa Bîlal Taner dîyar kir ku bendav ne li ser daxwaza wan hatîye çêkirin û ew bedelên mal û milkên xwe dixwazin. 

 

Hacîr Taner jî da zanîn ku jîyana wan bi salan di bin avê de maye û bendavê ji xeynî felaketê tiştek ji wan re neanîye û got: “Kî bendavê xwestîye? Me nexwestîye. Tevî nerazîbûna me jî bendavê çêkirin. Va halê me li holê ye û em dikarin çi bêjin.” 

 

JI BILÎ WÊRANKIRINÊ TIŞTEK NEDAYE WAN

 

Şênîyên mezra Şerikê ya girêdayî gundê Bedîayê jî dan zanîn ku mal û milkên wan hemû di bin avê de mane û jîyanek zehmet ji bo wan dest pê kirîye. Şênîyên mezrayê dîyar kirin ku bendavê ji bilî zîyan û wêrankirinê tiştek nedaye wan. Şênîyên mezrayê xwestin pirsgirêkên wan werin çareserkirin. 

 

MA / Metîn Yoksû

 

 

Siyaset Haberleri

Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin
Navenda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike
Milîsên ser bi rêjîma Îranê li kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan de rol hebûne
Mensûr li ser biryarnameya Şer got: ‘Sedam Hisên û Beşar Esed jî nêzîkatiyeke wiha nîşan dabû’
Koşka Spî endamên ‘Konseya Aştiyê’ eşkere kirin