Belgeya tomara edlî bi 40 zimanan tê dayîn, Kurdî dîsa têde nîne!

.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê li xizmeta xwe ya dayîna belgeya tomara edlî ku bi Sîstema Zanyarî (ASBS) hatiye wergerandin, 12 zimanên din zêde kir lê zimanê Kurdî di nav de nîne.

Li gor hatiye ragihandin, ji îro Înê 5ê Gulana 2023an û pê ve belgeya tomara edlî ji yekîneyên tomara edlî yên serdozgeriyên komarê, ji nûneratiyên derveyî Tirkiyê û li ser sîstema e-Devletê bi 40 zimanan tên dayîn.

Di destpêkê de tomarên edlî bi zimanên Îngilîzî, Almanî û Îtalî û piştre jî bi zimanên Îspanyolî, Flemengî, Danmarkî û Portugalî (Portekîzî) hatibû dayîn.

Herwiha piştî Sîstema Zanyarî ya Tomara Edlî (ASBS) hejmarek zimanên din jî lê hatibûn zêdekirin û bi 28 zimanan xizmet dihat dayîn.

Lê ji 5ê Gulanê û pê ve 12 zimanên din jî lê hatine zêdekirin û hejmara zimanên tê bikaranîn gihiştiye 40 zimanan, lê zimanê Kurdî ne di nav wan zimanan de ye.

Li gor agahiyan, jibo ku bi zimanên Derî, Farsî û Urdu jî xizmet bê dayîn kar û xebatên teknîkî berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir