Amadekar: Mihemedsalih Qadirî
Komara Tirkiyê
Serokatiya Erkanê Giştî
Beşa yekê, liqa yekê
Hejmara beşê: 15239
Enqere - 26/ 8 / 1940
Ji bo: Serokatiya Encûmena Wezîran (Serokwezîrî)
Mijar:
1. Li parêzgehên Hatay û yên rojhilat, di nav navên bajarok, gund, çem, çiya û hwd. de, hejmareke mezin ji navên biyanî (xerîb) hene. Ev ne tenê ji bo gelê me û zarokên temenê dibistanê, belkî ji bo dijminên me yên li derveyî welat ku niyeta wan a taybet bo axa me heye, xwedî girîngî ye. Lewma, guhertina hemû ew navên biyanî yên ku niha li Hatay û parêzgehên rojhilat tên bikaranîn bo navên resen ên tirkî, an danîna navên nû yên tirkî, wek pêwîstiyeke çandî û dîrokî tê dîtin.
Tê pêşbînîkirin ku bi bikaranîna wan navên ku tên guhertin di nexşeyên topografîk, pirtûk, pirtûkên dibistanan û di gişt weşanan de, asankariyê ji bo gel û nifşê nû bike da ku zûtir wan navan hîn bibin. Daxwaz dikim razîbûna xwe erê bikin da ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
2. Mijar ji bo Wezareta Derve û Wezareta Navxweyî hatiye pêşkêşkirin.
Serokê Erkanê Giştî
Marşal
(Îmze)
Nirxandin:
Ev belge behsa polîtîkaya berdewam a dewleta Tirkiyê dike ji bo jêbirina nasnameya neteweyî ya gelên ne-tirk, bi taybetî kurdan; ew jî bi rêya guhertina navên cihan (bajar, gund, çiya û çem) bo navên tirkî.
Guhertina navên cihan ne tenê tedbîreke îdarî bûye, belkî stratejiyeke ewlehî û siyasî bûye ji bo yekkirina neteweyî ya Tirkiyeya nû û jêbirina dîroka kurdan û gelên din li herêmê. Ev polîtîka ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyê dest pê kiriye û di qonaxên cuda de (bi taybetî di dehika 1940an û piştî derbeyên leşkerî) bi awayekî zêde hatiye cîbicîkirin, ku tê de bi hezaran navên kurdî û zazakî bo navên tirkî hatine guhertin.
Piraniya wan guhertinan li parêzgehên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê li (Kurdistan)ê bûne. Li gorî lêkolînan, nêzîkî 4,000 navên kurdî/zazakî hatine guhertin. Wek mînak: Dêrsim hatiye kirin Tuncelî, Amed hatiye kirin Diyarbekir. Ev gav piştî tepeserkirina serhildanên kurdan li Tirkiyê (1925, 1926-1930, 1937-1938) hatine avêtin.
Guhertina navan amûrek bûye ji bo "çêkirina dîroka sexte" û bi zorê ferzkirina nasnameya tirkî li ser axeke ku xwedî dîrok û cografyayeke cuda ye. Dewleta Tirkiyê bi mebesta avakirina neteweyeke yekgirtî û jêbirina dîroka berî tirkbûnê, hewl da hemû nîşanên nasnameya ne-tirk ji holê rake. Ev kar ne tenê projeyeke îdarî û çandî bûye, belkî wek stratejiyeke siyasî û leşkerî li dijî "Tevgera Rizgariya Kurdistanê" hatiye dîtin; lewma artêşê çavdêriya cîbicîkirina wê kiriye.
Guhertina navan hevdem bûye ligel yasayên tepeserkirina serhildanên Kurdistanê û koçberkirina bi zorê û bicihkirinê, bi taybetî li Agirî, Dêrsim û navçeyên kurdî. Bi kurtasî, ev polîtîka beşek bûye ji projeya berfirehtir a dewleta Tirkiyê bo destkarîkirina dîrokê û cîgirkirina rêçika "Yek netewe, yek ziman, yek al" bi rêya kêmkirin û jêbirina cudahiyên neteweyî.
Ev polîtîka amûreke klasîk a netewesazkirina dewletê bû ji bo avakirina "Tirkiyeyeke nû" li ser xîmê hemû cudahiyên neteweyî û çandî yên ne tirk. Di rastiyê de ev beşek bûye ji polîtîkaya qirkirinê ku bi destdirêjiya li ser nasname û dîroka neteweya kurd ku bi qedexekirina zimanê kurdî û nemana navê kurdan di destûra nû de û herwiha tepeserkirina serhildanên Kurdistanê, hatiye cîbicîkirin.