Belgefîlma ‘Li Kurdistanê Şev û Mij’ li festîvala Stenbolê hat nîşandan

.

Belgefîlma bi navê “Li Kurdistanê Şev û Mij” (Night and Fog in Kurdistan) ya li ser Kurdên Êzidî jî hat nîşandan li Festîvala 17emîn Rojên Belgefîlman a Documentarist a Stenbolê hat nîşandan.

Li Stenbolê 17emîn Rojên Belgefîlman a Documentarist,  îsal di 8ê Hezîranê de dest pê kir û wê heta 13ê Hezîranê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de ji 70yî zêdetir belgefîlm cih digrin.

Belgefîlma bi navê “Li Kurdistanê Şev û Mij” ya li ser Kurdên Êzidî jî hat nîşandan.

Derhênera ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Şîlan Saadî, sala 2015an dest bi kişandina dîmenên 7 keçên Êzidî ên penaber dike û li nav kampa Amedê behsa jiyana wan a rojane dike.

Belgefîl behsa êş û trajediya 7 keçên Êzidî dike

Derhênera Kurd Şîlan Saadî bi vegotin û rêwîtiyên xwe yên 4 salan, behsa êş, trajedî, komkujî, rêwîtî, xewn û xeyal, hevaltî û rêwîtiya 7 keçên Êzidî ji kampa Amedê ber bi Ewropayê ve dike.

Belgefîlm sala 2019an li welatên Ewropayê bi dawî dibe.

Di çarçoveya festîvala belgefîlman de di nav 70 belgefîlman de 3 belgefîlmên din ên Kurdî jî cih digirin.

“Civaka Êzidî gelek êş û komkujî jiyane”

Çalakvanê mafên mirovan Bîlal Yildiz ji Rûdawê re got:

“Di nav Kurdan de civaka Êzidî gelek êş û komkujî jiyane. Ev belgefîlm jî vê nîşanê me dide.

Wê demê em jî wek komeleyên mafên mirovan li kampên Êzidiyan bûn û me rewşa wan bi çavên xwe didît.”

Temaşevan Aziz Tekin jî got:

“Festîvalên bi vî rengî derfetên baş in ku em dikarin fîlmên bi Kurdî û fîlmên din ên cîhanê temaşe bikin.

Me bi hevalan re belgefîlma Li Kurdistanê Şev û Mij temaşe kir. Bi rastî gelek bibandor bû.”

Ji xeynî belgefîlma bi Kurdî ya “Li Kurdistanê Şev û Mij”, 3 belgefîlmên din jî “Stêrka li Sînor”, “Dargeçit” û “Xabûr” bi Kurdî ne an mijarên wan li ser Kurdan e.

 Documentarist piranî bala xwe dide mijarên li ser mafên mirovan û ekolojiyê.

“Mijarên belgefîlman jî curbicur in”

Koordînatorê Bernameyê Necatî Sonmez jî got:

“Di festîvalê de ji 70yî zêdetir belgefîlm cih digrin. Jê 30 heb ji Tirkiyeyê ne.

Belgefîlmên me di salên 2023 û 2024an de hatine kişandin. Mijarên belgefîlman jî curbicur in.”

Derhênerên navdar ên cihanî Jean-Gabriel Périot, Hubert Sauper û Laila Pakalnina jî wek mêvanên rûmetê hatine vexwendin û dê dersên sînemayê bidin sînemahezan.

Derhênerê Fransî Jean-Gabriel Périot got:

“Ji bo ez beşdarî vê festîvalê bûm pir kêfxweş im. Ji bo min derfeteke baş dibe ku ez bi mirovan re têkilî dideynim û ji wan hînê fikrên û nirxandinên nû dibim.

Tiştekî pir xweş e ku mirov fîlmên xwe li devereke din bide nîşandan.”

Derhênerê Awisturyayî Hubert Sauper jî got:

“Ji bo ez li ser sînemayê ders bidim hatim vexwendin.

Ji bo vê yekê ez pir kêfxweş im ku li Stenbolê me. Ez piranî belgefîlmên polîtîk çêdikim.”

17emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist, îsal di 8ê Hezîranê de dest pê kir û dê heta 13ê Hezîranê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de ji 70yî zêdetir belgefîlmên ji welatên cîhanê û Tirkiyeyê cih digirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

TEŞKÎLATA AMEDÊ YA PWKyê, ÎRO (01.03.2026) BI MINASEBETA 47EMÎN SALVEGERA WEFATA MELE MISTEFA BARZANÎ YÊ NEMIR SEMÎNEREKÊ LI DAR
Zêdetir ji 20 parêzgehên Îranê de êrîşên esmanî hatine kirin
Piştgîriya netewî ji Hevpeymaniya Hêzên Kurdistana Îranê
Sererkanê Artêşa Îranê jî hat kuştin
Îranê ragihand ku Elî Xamineyî hatiye kuştin