Belgefîlma ‘Kirasê ji Agir’ amade bû û wê piştî demekî temaşevan karibin lê temaşe bikin

.

Belgefîlma ‘Kirasê ji Agir’ (Xalid Begê Cibrî) ji aliyê derhêner Keremo de hat amadekirin. Fîlm li ser dîrok û têkoşîna serokê Komîta Îstîqlala Kurdistanê li ser Mîralay Xalid Begê Cibriye.

Derhêner Keremo demekî dirêje li ser fîlm dixebite û bi gelek kesên cuda re, bi malbata Xalid Begê Cibrî re û dîrokzanan re xebitiye û heya karibiye fîlm amade bike.

Komîta Îstîqlala Kurdistanê yekkirina Cemiyeta Kurdistan Tealiyê, Rêxistina Hêvî, Cemiyeta Neşrî Merarifê û temamê rêxsitinên Kurda yên di çaryeka ewilî ya sedsala 20an de ku di wextê de hebûne.

Avakirina Komîta Îstîqlala Kurdistanê dikeve salên 1919an an 1920an, paşî piştî Xalid Begê Cibrî di sala 1924an de li Erezeromê tê girtin û ew dibin zîndana Bedlîsê vê carê serpereştiyê kurxatiyê û hem zavayê Xalid Begê, Şêx Seîdê Pîran dewam dike.

Wê fîlm gelek agahiyan bide temaşevanan û tîşkê bixe ser maweyekî dîroka Kurdistanê ya girîng.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da