Belçîka piştgiriya hilbijartinên Îraqê dike û peyamekê dide Herêma Kurdistanê

.

Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê piştgiriya xwe ji bo hilbijartinên Îraqê ragihand û "peyameke girîng" ji Herêma Kurdistanê re şand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê Pierre Stevens got, "Girîng e ku hêza siyasî ya Herêma Kurdistanê pêgeha xwe di nav dewleta federal a Îraqê de bi hêz bike."

Berdevkê Wezareta Derve ya Belçîkayê bi reya e – mailê bersiv da pirsên Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rûdawê Tenya Ehmed û got, "Belçîka piştgiriyê dide pêvajoya hilbijartinê li Îraqê û bipêşketinên ku wî welatî bi dest xistine."

Stevens her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku her çiqas rewş bi giştî aloz be jî ji bo hilbijartineke rasteqîn a gelê Îraqê rewş guncav xuya dike.

Pierre Stevens peyama welatê xwe bi zelalî anî zimên û got, "Belçîka piştgiriyê dide beşdariya Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya hilbijartinê de li gorî yasayên sazûmanî yên Îraqê.

Girîng e ku hêza siyasî ya Herêma Kurdistanê pabendî yasayên destûrî be û li gorî wan yasayan pêgeha xwe di nav dewleta federal a Îraqê de bihêz bike."

Stevens di heman demê de eşkere kir ku hikûmeta Belçîkayê rasterast çavdêriya hilbijartinan nake lê belê wê hemû alî teşwîq kir da ku tawîzan bidin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Belçîkayê got, "Em teşwîq dikin ku hêzên cuda yên mezhebî û herêmî ku tawîzên pêwîst bidin da ku bigihîjin armanca demdirêj a bipêşxistina aborî û civaka Îraqê."

Kurdistan Haberleri

Zêdetir ji 74 cinazê mirovan li bendava çikbûyî ya Kerecê de hatine peydakirin
Iraqê bersiva Îranê da!
Keça Osman Sebrî: Mîrasa bavê min a 30 salan hat şewitandin
Trump: Hevdîtina bi Ehmed Şer re ji bo min şanazî bû
Sûriye: Li ser entegrasyona HSD û artêşê hat lihevkirin