Bazirganiya navbera Tirkiye-Iraq û Kurdistanê 17 milyar dolar e

.

Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Geylan Hecî Şeyşîd eşkere kir ku qebareya veguhestina bazirganiyê ya salane di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de nêzîkî 17 milyar dolar e.

Jîra Bazirganiya Hewlêrê ragihand, îro 2yê Cotmehê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di 16emîn Forûma Aboriya Tirkî-Erebî de, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Geylan Hacî Seyîd got:  "Têkiliyên me bi Komara Tirkiyê re di hemû sektorên aboriyê de, bi taybetî jî di danûstandina bazirganiyê de, pir baş in."

Seyîd diyar kir, "Bazirganiya salane ya di navbera Tirkiye û Iraqê de nêzîkî 17 milyar dolar e, ku piraniya wê bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl li Herêma Kurdistanê derbas dibe."

Geylan Hacî Seyîd bal kişand ser yasaya veberhênanê ya li Herêma Kurdistanê ku hêsankariyeke bi tevahî dike bo veberhênerên biyanî û got, "Gelek şîrket û veberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê hene û Tirkiye di hemû sektoran de xwedî par e."

Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê hêvî kir ku asta danûstandinên bazirganî û veberhênanê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de zêde bibe û bang li şîrket û veberhênerên Tirk kir ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin