Bayraktar: Li Amed, Êlih û Şirnexê bi qîmetê 4 milyar dolaran petrol hatiye dîtin

.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar got, "Li Amed, Gabar û Êlihê îsal bi biqîmetê 4 milyar dolaran rezerva petrolê hatiye dîtin.”

Alparslan Bayraktar Ajansa Anadoluyê (AA) re axivî û pirsên derbarê rojevê bersivandin.

Bayraktar ragihand ku di lêgerînên li Amed, Şirnex û Êlihê de îsal li cihên cuda 57 mîlyon bermîl rezerva petrolê hatiye tesbîtkirin ku qîmeta wê 4 milyar dolar e.

Bayraktar diyar kir ku li seranserê Amedê di navbera 4-6 mîlyon bermîlan de potansiyela gaz û petrolê heye.

Wî her wiha destnîşan kir ku sala bê li Behra Reş bi temamkirina faza duyemîn, gaza xwezayî ya bê derxistin dê têra 8 mîlyon xaniyan bike.

Bi gotina Bayraktar, 2yê Tebaxê gaza xwezayî ya ji Azerbeycanê dê di ser Kilîsê re derbasî Helebê bibe.

Bayraktar her wiha destnîşan kir ku bi temambûna xebatan re dê bi qasî 900 megawatt elektrîkê bidin Sûriyeyê û ev jî dê li wir bi kêrî 1,6 milyon xaniyan were.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê