Batman PWKê di salvegera 79 emîn de Pêşawa Qazî Mihemed û hêvalên wî bibîranîn

.

 Rêvebirîya PWKê ya Batmanê salvegera 79 emin de darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî hatin bibîranîn.

Bîranîn li Hola PWKê şaxa Batmanê hat lidarxistin. Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKê cih girtin.

Serokê PWKê ya Şaxa Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî rêz hate girtin û siruda netewî hat xwendin.

Serokê Şaxa PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PWKê xwend.Teksta Daxuyanîyê li jêre ;

"Rêberê me yê neteweyî Pêşewa Qazî Mihemed îro jî di têkoşîna me de rêya me rohnî dike

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, berî 79 salan, di roja 31.03.1947an de ji alîyê Dewleta Îranê ve li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê hatin îdamkirin.

Komara Kurdistanê, di roja 22.01.1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê ji aliyê Serokkomar Qazî Mihemed ve hatibû ragihandin.

Lê mixabin, Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de, ji aliyê Dewleta Îranê ve hat rûxandin.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê, Serokkomar Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin girtin û darizandin.

Pêşewa Qazî Mihemed di Dadgeha Dewleta Îranê ya dagirker de doza Kurdistanê bi rûmetî parast.

Dadgeha Dewleta Îranê ya ku ji pîvanên hiqûqê dûr, biryara îdamê da Qazî Mihemed û hevalên wî; ev biryar di roja 31.03.1947an de hat bicihanîn.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Komara Kurdistanê, di dîroka Kurdistanê de ezmûneke mezin e ku hemû kurdistanî pê şanaz bin.

Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Alaya Kurdistanê teslîmî rêberê neteweyî yê Kurd û yek ji fermandarên leşkerî yên Komara Kurdistanê, General Mele Mistefa Barzanî kiribû.

Ji roja ku Alaya Kurdistanê radestî Mele Mistefa Barzanî hat kirin û vir ve ev alaya her bi desten kedkar û têkoşerên têkoşîna azadîya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê jî li ba ketîye. Nuha ew ala li ser Parlamena Herêma Federe ya Kurdistana Başûr li ba dibe.

Îro nevîyên Qazî Mihemed û mîratgirên têkoşîna wî, li Rojhilatê Kurdistanê wek 6 partî, bi "Hevpeymanîya Partîyên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ku ava kirine. Em piştgirîya vê tifaqê dikin û hêvî dikin ku ev tifaq hîn berfirehtir bibe û veguhere destkeftiyekê ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê mafê çarenûsîya xwe û mafê bidestxistina statuyeke siyasî li welatê xwe bi dest bixe. Em bi hemû hebûn û hêza xwe radigihînin ku em li cem xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Bi têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dê rojekê dîsa li Mehabadê, li Meydana Çarçirayê, têkoşerên azadîyê dê mizgîniya ragihandina Komara Kurdistanê bidin Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê.

Belê, gelê Kurdistanê dê Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke. Sekna birûmet û wesiyeta Qazî Mihemed îro jî di têkoşîna azadiyê de riya me ronî dike.

Di 79emîn salvegera îdamkirina wan de, em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 79emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin."

Paşî Aziz Özdemir li ser kurte jîyana Qazi Mihemet ,taybetîyên wî ,hişmendîya milli û Mîrata bê hempa ji mere hişt bi kurtayî,axaftinek kir û wuha axivî: "22’ê çile di sala 1946’an li bajarê Mehabadê Komarê Kurdistanê yekemîn komar bu di dîroka Kurdistanê de bi serokatiya Pêşaweyê Kurd Qazî Mihemed ve hatiye damezrandin.

Komara Kurdistanê, her çiqas heta demek kin berdewam kir jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mahabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û Gel jî, artêşa welêt sazkir. Hukumeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî-jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktif leyist.

Û du taybetmendîyên Qazî Mihemed hebun;

1-Parvekirina erd û zêvîyen li gundîyan(reform)

2-Guhdana zanistîyê avakirina dibistanan û dezgehên çand u huneran.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Paşî endamê Meclisa PWKê Hamdusena Demirel Wesîyetnameya Pêşawa Qazî Mihemed ku wek mirate û hişmendîya millî ji mere hiştîye ,xwend.

Piştî xwendina wesîyetname .Mamoste Seid Aksoy Parasntinameya Pêşewa Qazî mihemmed bi hurgulî pêşkeşî bêşdaran kir.Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr nake.

31.03.2026

Şaxa Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

79 sal di ser şehîdbûna Qazî Mihemed re derbas bûne
Ji 7 salî heta 70 salî: Rojavayê Kurdistanê piştgirê Başûrê Kurdistanê ye
Li Bexdayê rojnamegereke Amerîkayî hat revandin
Mesrûr Barzanî û Dîlan Yeşîlgoz bi telefonê axivîn
Şandeke PDKê û Malikî mijara hilbijartina Serokkomarê Iraqê nîqaş kir