Başîka: Resûl Mihemedzade şehîd bû, Dr. Suleyman birîndar bû

Resûl Mihemedzade Berpirsê Fêrgeha Komisyona Perwerdeyî û herweha şewirmendê Komîteya Merkezî ya PDKÎ bûye.

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDKÎ) daxuyanîyek belav kiriye ku pêşmergeyekî partîya wan Resûl Mihemedzade di 26.10. 2016ê de di şerê dijî DAÎŞê de di cepheya Başîka de di dema pûçkirina mayinê de şehîd bûye.

Resûl Mihemedzade ji navçeya Saqizê li wîlayeta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 2000 de tevlî refên partîyê bûye yek ji kadroyên wan ê Berpirsê Fêrgeha Komisyona Perwerdeyî û herweha şewirmendê Komîteya Merkezî ya PDKÎ bûye.

Her weha hat ragahandin Seîd Çurukkaya (Dr. Sileyman) ku ji bakurê Kurdistanê ye û bi dilxwazî di refên pêşmerge de di bin navê "Fermandarê Hêza Agirî" de li dijî DAÎŞê şer dike, ew jî di cepheya Başikê de wexta xwestîye mayinê pûç bike birîndar bûye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin