Barzanî nerazîbûna xwe beranber wî karê hêzên PYD li dijî Biro encam dayî nîşan da

Barzanî nerazîbûna xwe beranber wî karê hêzên PYD li dijî Biro encam dayî nîşan da

Li gorî Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê roja dûşem 15.08.2016 li Selahedînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Biro behsa rewşa siyasî ya li Sûriyê kir û ronahî xiste li ser rûdana destbiserkirina xwe ya ji aliyê hêzên PYD li Rojavayê Kurdistanê û behsa nerazîbûn û xwepêşandana xelkê Rojava ya li dijî destgîrkirina wî anî ziman.

Herwiha di hevdîtinê de Barzanî nerazîbûna xwe beranber wî karê hêzên PYD li dijî Biro encam dayî nîşan da û bi karekî dijî demokrasiya fireh alî û xeniqandina azadiyê wesif kir û şermezar kir.

Barzanî tekez li wê yekê kir ku, rêgirtina li azadiya siyasî û destgîrkirina kesayetiyên siyasî ji aliyê PYD ve baş nîne û ne medenî ye û pêwîst e rê lê bê girtin û bi dawî bibe

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist