Barzanî: Hilbijartinên Rojava xizmeta doza kurd nake

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî Rêkeftina Dihokê ye û xizmeta doza kurd û demokrasiyê nake.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî Rêkeftina Dihokê ye û xizmeta doza kurd û demokrasiyê nake.

Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyeke nivîskî de nerazîbûna xwe li hember lidarxistina hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand, hilbijartinên han karekî yekalî û li dijî Rêkeftina Dihokê ye û xizmeta doza kurd û demokrasiyê nake.

Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her dem hewl daye hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê li hev kom bike da ku bi hev re berjewendiyên gelê kurd li wî beşê Kurdistanê biparêzin û wiha got:

“Birêz Serokê Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyan dike bi Rêkeftina Dihokê ve girêdayî bin û berjewendiyên gel û welat biparêzin.”

Îro li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan hat lidarxistin.

ENKSê ragihandibû, ji ber ku hilbijartinên han li dijî Rêkeftina Dihokê ne ew tevlî hilbijartinan nabin.

 

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar