Barzanî: ”Gelê ku nikarin li cihekî din bijîn, tên Kurdistanê dijîn”

"Ger ku hûn li rewşa Rojhilata Navîn binêrin, hûn ê bibînin ku gelê ku nikarin li cihekî din bijîn, tenê Kurdistan ji bo wan cihekî bi hêvî û omîd e û ew berê xwe didin Kurdistanê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Radyoya Dengê Amerîkayê axivîye û gotîye; bi tenê DAIŞ bi operasyonên leşkerî bi dawî nabe, dibe ku di warê leşkerî de bajaran ji dest bide, Mûsil û Reqqayê ji dest bide lê di warê fikirî de bimîne.

Nêçîrvan Barzanî dest nîşan kirîye ku, "Kurd pêşengiya şerê li dijî terorê dike û ev yek jî peywireke gelekî girîng e ji bo Amerîka û rêveberiya Trump." Barzanî balkişand ser ku li Kurdistanê misliman, xirîstiyan, êzidî, ereb û turkmen, hemû pêkhate bi xweşî, azadî û bê pirsgirêk bi hevdu re dijîn.

Barzanî gotîye, "Ger ku hûn li rewşa Rojhilata Navîn binêrin, hûn ê bibînin ku gelê ku nikarin li cihekî din bijîn, tenê Kurdistan ji bo wan cihekî bi hêvî û omîd e û ew berê xwe didin Kurdistanê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotîye; ew dixwazin têkiliyên bi rêveberiya Trump re hîn bi pêş bixin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin