Barrot: Divê ev şer bi çareseriyeke siyasî bidawî bibe

.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di dema seredana xwe ya bo Îsraîlê de, daxwaz ji Îranê kir ku "sazişên mezin" bike û di awayê reftara xwe de guherînên bingehîn pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot îro 20ê Adarê li Firokxaneya Navdewletî ya Ben Gurion a li Tel Avîvê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, her çi encameke operasyonên leşkerî yên niha hebe, divê dawiya her tiştî bi çareseriyeke siyasî ya mayînde be.

Wezîrê Fransî tekezî li ser wê yekê kir, aramiya navçeyê bi helwesta Tehranê ve girêdayî ye û got: "Pêwîst e Îran sazişên (tawîz) mezin bike û di awayê serederiya xwe de, guherîneke bingehîn çêbike." 

Jean-Noel Barrot bal kişand ser aramiya navçeyê û destnîşan kir, çareserî di cîbicîkirina plana aştiyê ya Amerîkayê de ye, ku payîza borî derbarê Xezzeyê de hatibû ragihandin. 

Barrot destnîşan kir ku ev plan gihandina alîkariyên mirovî bêyî ti astengiyan, bêçekkirina Hamasê û vejandina asoya siyasî li ser bingeha çareseriya du-dewletan dihewîne, da ku Îsraîl û Dewleta Filistînê di nav sînorên naskirî û ewle de li kêleka hev bijîn.

Ev daxuyaniyên Barrot piştî wê yekê tên ku berî du rojan Serokê Fransayê Emmanuel Macron daxwaz kiribû ku di navbera Amerîka û Îranê de gotûbêjên rasterast werin destpêkirin, da ku rê li ber karesateke hîn mezintir were girtin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan