Barrack ji bo rola wî ya derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack ji bo rola wî ya derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack îro bi telefonê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di pêwendiyê de her du aliyan rewşa Sûriyeyê û rûdanêm dawî yên li herêmê gotûbêj kirine.

Di vê çarçoveyê de "her du alî hemfikir bûne ku divê pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareserkirin."

Thomas Barrack: Rola xwe ya erênî bidomîne

Her wiha amaje pê hat kirin ku "Barrack spasî û pesnê xwe ji bo rola Serok Nêçîrvan Barzanî û hevkariya wî ya di çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Sûriyeyê yên li gel Şamê de ducare kir û daxwaz kir ku rola xwe ya erênî bidomîne."

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin