Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin

.

Balyozê Amerîkî yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Tom Barrack, êrîşa terorî ya li Sûriyê ku tê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sîvîl hatin kuştin, wekî "kemîna tirsonek" bi nav kir û got ku biryardariya Amerîkayê li herêmê dê neyê hejandin.

Barrack anî ziman ku erkê bingehîn ê hêzên Amerîkî yên kêm li Sûriyê ev e: "Hêzên me ji bo ku DAIŞê bi carekê û bi temamî têk bibin, ji nû ve vejîna wê asteng bikin û welatê Amerîkayê ji êrîşên terorî biparêzin, li Sûriyê dimînin."

Barrack herwiha got ku ew biryardariya Serokomarê Sûriyê, Ehmed Şara, ya ji bo dîtin û cezakirina berpirsên êrîşê pêşwazî dikin.

Barrack peyama tolhildanê ya Donald Trump bi bîr xist û destnîşan kir: "Em ê bi biryardarî li pey her kes, fînansor û hêsankarekî ku destê wî di vê êrîşa nebaş de hebe, bigerin. Heta ku DAÎŞ bi temamî ji holê rabe, em ê dev ji vê peywirê bernedin. Wê bersiva her êrîşeke li dijî Amerîkiyan bi edaleteke bilez û bêrehm be."

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê