Baroyên Bakurê Kurdistanê giliyê Rahmî Koç û Bînalî Yildirim kir

.

 16 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê Serokê Rûmetê yê Koç Holding Rahmî Koç û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim de gilî kir.

Sedema giliyê, heqareta Rahmî Koç a li ser "jina Kurd" û pêkenîna Bînalî Yildirim a li hemberî vê heqaretê ye.

Rahmî Koç yek ji kesên navdar ên Malbata Koçan e ku yek ji malbatên herî dewlemend ên Tirkiyeyê ye.

Di vekirina Nexweşxaneya Amerîkayê ya Îzmirê de Rahmî Koç li jina Kurd heqaret kiribû û vê yekê bertekên tund li pey xwe anîbûn.

Di vekirina nexweşxaneya nû de ji xeynî Rahmî Koç, Alî Koç, Semahat Arsel, Bînalî Yildirim, Parêzgarê Îzmirê Suleyman Elban, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Cemîl Tugay û gelek kesên din ên naskirî amade bûn.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Heqareta ku Rahmî Koç li wê derê kiribû rastî bertekan hat.

Rahmî Koç di heqareta xwe de gotibû, “Bijîşk guh daye derdê jina Kurd. Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”

Di dîmenan de xuya dibû ku Serokwezîrê Berê Bînalî Yildirim jî li vê heqaretê Koç dikene.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li ser van gotinên Koç bixwe dest bi lêpirsînê kir.

16 baroyan gilî kir

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gotinên karsaz Rahmî Koç ên li ser jinên Kurd nayên qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin tomarkirin:

"Di dîmenên ku di raya giştî de belav bûne de heneka ku ji aliyê kesê bi navê Rahmî Koç ve hatiye kirin jina Kurd biçûk dixe û gotinên zayendperest û rûmetşikên dihewîne.

Em bi mixabinî pêşwazî dikin ku ev henek ji aliyê kesên li wir, di nav de Serokwezîrê Berê Bînalî Yildirim jî heye, bi hirehiran hatiye pêşwazîkirin.

Nabe ku ev gotin wekî 'mîzah' werin qebûlkirin. Ev gotin jina Kurd hem ji aliyê nasnameya jinbûnê ve hem jî ji aliyê neteweyî ve biçûk dixin.

Tiştê ku mirov bêtir dide fikirandin ew e ku ev gotara biçûkxistinê ji aliyê kesên di salonê de bi hirehiran hatiye xelatkirin."

"Helwesta Bînalî Yildirim jî nayê qebûlkirin"

Di berdewamiya daxuyaniya baroyan de ev peyam hatin dayîn:

"Di serdemekê de ku qala aştiya civakî, welatîbûna wekhev û hiqûqa biratiyê tê kirin, belavkirina van pêşdaraziyên ku Kurdan û jinên Kurd dikin hedef bi vî awayî rehet, ne ji bo pêçana birînên rabirdûyê ye, ji bo kûrkirina wan xizmetê dike.

Di serî de Serokwezîrê Berê Bînalî Yildirim divê hemû kesên di salonê de bizanibin ku bêdengmayîna li beramberî gotinên ku jinên gelekî biçûk dixin tiştek e, hevrêtiya bi hirehiran a ji wan gotinan re tiştekî din e.

Hireghire, erêkirina herî xurt a gotinê ye. Bînalî Yildirimê ku bi xwe jî Kurd e, li gorî tecrube û temsîliyeta xwe ya dewletê divabû yekser berteka pêwîst nîşan bida û li dijî heqaretê derketa lê bi hirehiran piştgirî da.

Ev helwesta wî mînakeke bêberpirsyariyê ye ku heta asteke nayê qebûlkirin e."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hatin gotin:

"Em wekî Baroyên Herêmê, her cure zimanê cudakar ê ku jinan, gelan û rûmeta mirovahiyê dike armanc red dikin.

Em bi eşkereyî vê helwestê û tawira ku pê re hevrêtiyê dike şermezar dikin.

Em bi rêzdarî bi raya giştî re parve dikin ku me derbarê kesên navborî de giliyê sûcî kiriye."

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê pêşangeheke taybet ji bo hunermend Ebas Kemendî hat vekirin
Serokê PWKê yê Teşkîlata Mêrdîn Nezîr Galerî li ser bûyerên dawî yê Qoserê diaxife
Waqfa Hemîdê Smîalaxa: Em daxuyaniyên bê exlaq Rahmi Koç şermezar dikin û vî zimanî red dikin
Kurdistan kabûseke dîrokî ya dagirkeran e
Zehra Semo: Navên 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatin wergirtin