Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin

.

Baroyên 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser midaxeleyên li dijî xwenîşandanan diyar kir ku xwenîşandanên aştîxwaz mafekî bingehîn e û bi vî awayî mafên destûrî yên welatiyan tên astengkirin.

Baroyên 16 parêzgehan li ser desttêwerdana polîsan a li dijî xwenîşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li parêzgehên Amed, Êlih, Wan û Mêrdînê, welatiyên ku xwestine mafê xwe yê xwenîşandanê bi kar bînin hatine astengkirin.

Her wiha hate gotin ku polîsan bi hêzeke bêpîvan midaxele kir û hejmarek welatî hatin desteserkirin.

Baroyan di daxuyaniya hevpar de got,"Mafê lidarxistina civîn û meşên xwenîşandanê di çarçoveya xala 34an a Destûra Bingehîn û xala 11an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye misogerkirin.

Midaxeleya li hemberî vî mafî tenê di mercên awarte û bi pîvan de gengaz e. Lê belê midaxeleya heyî bi prensîbên pîvandarî û hewcedariyê re li hev nake."

Baroyan di dawiyê de daxwaz kir ku kesên desteserkirî werin berdan û mafê aştîxwaziyê neyê astengkirin.

Bi armanca protestokirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê çend roj in xwenîşandan didomin.

Li parêzgeha Wanê di encama midaxeleya polîsan de, Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û hejmarek parêzer hatibûn desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin