Baroya Diyarbekirê derbarê Roja Parêzeran de daxuyanî da

.

Baroya Diyarbekirê bi boneya 5ê Nîsanê Roja Parêzeran daxuyaniyek da çapemeniyê û raporta pêkutiyên hember parêzeran ên sala 2020an aşkere kir. 


Baroya Diyarbekirê bi boneya 5ê Nîsanê Roja Parêzeran daxuyaniyek da çapemeniyê û raporta pêkutiyên hember parêzeran ên sala 2020an aşkere kir. Di raportê de hat amajekirin ku hember parêzeran guvaş hatine kirin, rastî êrîşan hatine û ji lêpirsînên nehiqûqî derbas bûne.

Bi boneya 5ê Nîsanê Roja Parêzeran a Cîhanî Baroya Diyarbekirê bi beşdariya parêzeran daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li ber Salona Konferansê ya Tahîr Elçî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin bal kişand ku parêzer rastî êrîşan tên, ji ber pirsgirêkên aboriyê dawî li jiyana xwe tînin û rastî guvaşên darazê tên û lêpirsînên nehiqûqî derbarê wan tên vekirin.

Di daxuyaniyê de parêzer Eylul Ozgultekîn jî derbarê pêkutiyên hember parêzeran de raportek aşkere kir û da zanîn ku di sala 2020an de li ser 69 parêzer û rêveberên Baroya Diyarbekirê 78 lêpirsîn û doz hatine vekirin.

Hat amajekirin ku di nav van doz û lêpirsînin de mijarên wek berteka Baroya Diyarbekirê ya hember tawandîtina peyva Kurdistanê hene ku Baroya Diyarbekirê wê demê amaje kiribû ku şermeke mezin e ku peyva Kurdistanê wek tawan were dîtin.

Di daxuyaniyê de Roja Parêzeran a Cîhanî hat pîrozkirin û hat amajekirin ku dê Baroya Diyarbekirê şopdarê doza Tahîr Elçî be.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWK Mustafa Ozçelîk Li Ser Pêvajoya Heyî Axivî
Hakan Fîdan li ser YPG û Şamê axivî
Darin LaHood: Ji bo me hevparekî ji Kurdan bihêztir nîne
Ehmed Şer: Eger Kurdên Sûriyeyê cudabûnê bixwazin Îraq û Tirkiye dê zerereke mezin bibînin
Kurd nebin dewlet, wê qir bibin