Baroya Amedê li dijî zema avê doz vekir

Baroya Amedê ji bo hilweşandina biryara zema avê ya Şaredarîya Mezin a Bajêr a Amedê ku ji alîyê qeyûm ve tê birêvebirin, doz vekir.

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê (DISKI) ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji 1ê Çileya îsal ve di navbera ji sedî 35 û 330ê de ava bajêr zem kirîye.

Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê, ji bo hilweşandina zema avê ya doz vekir.

Li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Parêzer Şahih Koyun, ji bo vekirina dozê daxwazname pêşkêşî Yekemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê kir û di daxwaznameya xwe de  dîyar kir ku zema avê li dijî hiqûq, civak, tenduristî û hawirdorê ye û di wê çarçoveyê de daxwaza betalkirina zemê kir.

Şahih Koyun herwiha di daxwaznameya xwe de dibêje ku nabe li ser avê bazirganî were kirin û ew li dijî berjewendîyên raya giştî ye.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de
Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin