Baregeha PDK-Îyê careke din bû hedefa êrişan

.

Di nava rojekê de cara duyemîn, bi dronan êrişî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li Koyeyê hat kirin û vê carê Navenda Ragihandinê ya wê partiyê ya li Kampa Azadiyê bû armanc.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyeke nav PDK-Îyê wergirtine, êrişa duyem îro beriya nîvro hatiye kirin û tê de Navenda Ragihandinê ya wê partiyê ya li "Kampa Azadiyê" hatiye lêdan.

"Zerer gihîşt avahiyê"

Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku êrişê zererên canî nedane lê ziyan gihandiye avahiya Navenda Ragihandinê ya partiyê.

Ev di demekê de ye ku îro demjimêr 08:50yê êrişa yekem a bi dronan a li baregehên wê partiyê li Koyeyê dest pê kiribû.

"Kesek birîndar bû"

Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, di encama êrişa li baregehên PDK-Îyê de heta niha kesek bi sivikî birîndar bûye.

Heta niha ti aliyên fermî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin