Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da

.

 Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Babilê êrişê baregeha Heşdî Şebiyê nekiriye.

Doh bi şev li parêzgeha Babilê li dijî Baregeha Kalsûyê ya ku Heşdî Şebî wekî baregeh bi kar tîne êrişeke esmanî hat kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Heşdî Şebiyê ya Babilê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Amerîkayê li dijî Baregeha Kalsûyêya Babîlê êrişeke esmanî pêk aniyê.

Li aliyê din Heşdî Şebiyê jî li ser heman mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Heşdî Şebiyê di daxuyaniya xwe de got, “Li biryargeha Heşdî Şebiyê ya li Baregeha Kelsûyê ya li bakurê Babilê teqînek çêbû.

Tîmên lêkolînê çûn cihê bûyerê. Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn û birîndar jî hene.”

Li aliyê din çavkaniyekî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ji AFPyê re ragihand ku di bombebaranê de kesek hatiye kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

“Ew nûçe ne rast in”

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

CENTCOMê di daxuyaniyê de got, “Haya me ji nûçeyên ku dibêjin Amerîka îro li Îraqê êrişên esmanî pêk anîne heye.

Ew nûçe ne rast in. Amerîkayê îro li Îraqê êrişên esmanî nekirine.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê