Bankaya Navendî pêşbîniya xwe ya bo dawiya salê eşkere kir

Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyê pêşbîniya xwe ya rewşa dolarê ya dawiya vê salê eşkere kir. Li gor vê raporê nirxa Dolar/TLyê di dawiya vê salê de wê bibe 5.9663.

Di serdema çûyî ya ankêtan de, çavlirêya TÜFEya carî ya dawiya salê ji % 13.88 bû lê çavlirê ev e ku di vê serdema ankêtan de wê heta 16.45an bilind bibe. 

Li gor pêşbîniya bo piştî 12 mehan, texmîna enflasyonê 189 baz puan zêde dibe û dibe ji % 12.96. 

Herwiha li gor vê pêşbîniyê, çavlirêya Dolar/TLê ya bo dawiya salê, ji 4.83an derkete ser 5.96an. 

Hêviya mezinbûnê jî ji 4.2an dakete 3.9an.

Kurdistan Haberleri

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir
Tirkiye di serlêdanên Schengenê de duyem e: Rêjeya redkirinê eşkere bû
Wezareta Pêşmergeyan: Amerîkayê em agahdar nekirine ku dê alîkariyan bibire yan na
Dara Bako û Zekeriya Goran li Almanyayê ji bo şaredariyan namzed in
Heyeta PWKyê Seredana GUNSÎAD, Baroya Amedê, DTSO, DÎSAyê Kir